Polîtîk

Bahçelî bi telefonê ji Demîrtaş re axivî

Hat îdiakirin ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî telefonî Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kir.
Di pêvajoya ku bi peyama Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya “Tirkiyeya bê Terorê” dest pê kirî de, heyeta DEM’ê 3 caran çû Îmraliyê. Di dawiya civîna sêyem de şanda DEM Partiyê banga Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo PKK’ê ya “ji dev çekan berdê” ji raya giştî re ragihand. Di derbarê pêvajoyê de pêşketinek nû derketiye holê.


Nivîskara Rojnameya Haberturkê Nagehan Alçî di weşana ku beşdarî televîzyona Haberturk TV bû de diyar kir ku Devlet Bahçelî telefonî Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Hat ragihandin ku telefona mijara gotinê duh pêk hatiye.


Li ser banga Ocalan Serokê MHP’ê Bahçelî jî telefonî Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan kir. Bakirhan diyar kir ku Bahçelî piştî banga Ocalan di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de telefonî wî kir û ev îfade bi kar anî: “Birêz Ocalan girîngiyê dide daxûyaniya 1’ê Cotmehê, wê gelekî bi qîmet dibîne. Her wiha demeke taybet jê re veqetand. Piştî vê bangê Bahçelî dikare rola xwe tam bilîze. Bahçelî piştî weşana zindî bang li min kir Ji bo demokrasiyê çi pêwîst be ez amade me.’


Piştî banga Ocalan a ji bo tasfiyekirina PKK’ê, Selahattîn Demîrtaş di gotara xwe ya ku di rojnameya Duvarê de hat weşandin de ev gotin bi kar anîbû: “Lêgerîna nû ya ku navenda wê Devlet Bahçelî, Recep Tayyîp Erdogan û Abdullah Ocalan e, fêkiyên xwe yên yekem dan. Bê guman, her du grûp xwedî sedemên rewa ne, tu kes nikare vê yekê înkar bike Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ji aştiyê netirse, birayê min ji mezinkirina Tirkiyeyê netirsin,ji piştgirî netirsin. Netirsin, vê carê em dikarin çekan bêdeng bikin û bihêlin siyaset bê kirin. Werin em bi hev re bi têkoşîna siyasî xizanî, bêkarî, birçîbûn, bêedaletî û newekheviyê derbas bikin. Werin em piştrast bikin ku bi milyaran dolarên ku ji bo şer hatine xerckirin rasterast ji bo gel were xerckirin. Em ji bîr nekin ku aştî tê wateya nan, xwarin û kare jî.”

Back to top button