Baedrî: Koda çareseriya Rojavayê Kurdistanê li cem Serok Barzanî ye.

Medyakrekê PDKê: Koda çareseriya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li cem Serok Barzanî ye.

Karwan Baedrî medyakarê Partiya Demokrata Kurdsitanê (PDK) dibêje ku, Rewşa Rojavayê Kurdistanê ji hemû alîyekî ve ne ya cîgir e û ew jî bûye beşek ji arîşe û nakokyên siyasî li Sûryeyê û destên mezin hatîne nava wê parçeya Kurdistanê da.

Baedrrî di daxuyaniyekê da ji malpera Rojevakurd re dibêje:

– Eger ew rêkeftinameyên li Duhok û Hewlêrê dibin çavdêriya Serok Barzanî da ji aliyê PYD ê ve bihatbane cêbecêkirin wê demê rewşa Rojava nedgehişte vê rewşa niha têdaye, çunkî dê balansa siyasî li Rojava bihatiba rast kirin ji alyên hevpişkên Rojavayê kurdistanê ve.

Li gor wî mdeyakarê PDKê, niha jî PYD  gehiştiye wê rastiyê ku wan şaşî kiriye û divyaba wan ew rêkeftina siyasî ya li jêr serperiştiya deverê cêbecêkirba çunkî dizanin li deverê Serok Barzanî bûye karîzma û koda çareserîya siyasî li cem wî ye û dibêje:.

– Dinya jî gehiştiye wê baweriyê ku ji bo ragirtina balansa siyasî û çareseriya aşitî û civakî ya Rojhelata Navîn hemû alî rû li Hewlêrê diken û berev Baregayê Barzanî dicin, çunkî kartêkirina Serok Barzanî dever bi temamî vegirtiye.

Karwan Baedrî diyar dike ku, ji bona çareseriya siyasî li Sûryeyê jî niha hem opozisiyona sûrî seredana Serok Barzanî dike û hem jî rayedarên siyasî û serbazî yên Amerîkayê jî van bûyeran digel Serok Barzanî behis diken.

Li gor medyakarê PDKê,  Eger PYD  vegere layê serok Barzanî dê pitir qazancî wergirît ji bo hevbeşîyeka siyasî û serbazî li Rojava û dê hem pêgehê wan bihêztir lê hêt li Sûryeya nûda çunkî ENKSE û PYD  dê bine dû layenên bi hêzên deverê û fokusa cîhanê jî bikeve ser wan û dibêje:

– Herweha dê ji alîyekî dî ve Başûrê Kurdistanê bîte qelxan û piştevanek ji bo Rojavayê Kurdistanê û pirsa Efrînê dê bi siyasiyane hête çareserkirin û koçberên kurd jî dê bikarin bo ser mal û milkê vegerin,

 

Karwan Baedirî

Medyakarê PDK

2019.06.30

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: