CivakRojev

Baba Şêx Kirasguhart

Em bi kirasguhartina Serokê Ruhanî yê Ola Êzdî Şêx Xîrto Hacî Îsmaîl (Baba Şêx) gelek xemgîn bûn.

Baba Şêx ne tenê kesayetiyeka olî û civakî û xêrxwaz, her usa niştîmanperwerekê hêja, evîndarê gel û welate xwe bû.

Kar û xebat dikir daku Êzdî mafên xwe bi deste ve bîne û Kurdistan bibe warê pekvê jiyana pêkhatayên olî û neteweyên Kurdistanê.

Kirasguhartina Babe Şêx di zirufa îro a Kurdistanê da xesareka mezin e. Lê belê em piştrast in sengerê Baba Şêx xalî namine.

Em serxweşiya xwe pêşkeşê malbata Baba Şêx û birayên xwe Êzdî yên seranserê cihanê dikin, şîrîkê xema wan in.

02 Cotmeh 2020

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button