
Şeredarê bajarê Qersê Ayhan Bilgen ji aliyê wezereta Navxwe ve ji kar hate dûrxistin û dewsa wî de qayum hate tayîn kirin.
Şeredarê Qersê Ayhan Bilgen 25ê Îlonê de, ji bo doza bûyerên Kobanê ku sala 2014ê de rûdabûn, hate binçav kirin. Dadgehê jî biryara girtina Bilgen da. Piştî biryara girtina Bilgen, ew ji kar dûrxistin û dewsa wî de waliyê Qersê wek qayum ji bo serokê şeredariyê tayîn kirin.