CivakRojev

Derwêşê Sado jî çû ber dilovaniya xwedê

Derwêşê Sado îro li Êlihê ji ber şofa Coronayê wefat kiriye. Bi rastî heyfa meriv pir li kesên wisa tê ku dimrin, lê belê mirin zagona jiyanê ye û çare lê nabe.
Derwêşê Sado wek Mam Derwêş dihate binavkirin.
Kesekî wefadar, xebatkar û çalak bû.
Derwêşê Sado roja 28ê Temûza 1934an li gûndê Eynqesrê hatiye dinyayê. Diya wî Gulê, keça Elî bûye. Sadoyê bavê Derwêş, kurê Bişarê menşûr e, Bişar kurê Çeto ye, Çeto kurê Îskan e, Îskan kurê Qasim e, Qasim kurê Ozmên e, Ozman kurê Mihemed e, Mihemed kurê Elî ye, Elî kurê Heso ye, Heso jî kurê Faro ye.
Li Bakûrê Kurdistanê ji vê malbatê re dibêjin Mala Faro.
Ev malbat, malbateke xûyanî ye, serkaniya eşîra Pencînaran e û bi salên dirêj serokatiya eşîrê kiriye.
Li gor hin riwayetan eşîra Pencînar bermayê Dewleta Kurdên Xaltî ye.
Derwêşê Sado hêj çavên xwe li jiyanê venekirine û Komara Tirkiyê di 1936an de piraniya pismamên
wî kuştine û gund şewitandine.
Sadoyê bavê Derwêş ji kuştinê rizgar bûye, jin û zarûkên xwe birine, çûne Binxetê.
Derwêş wê demê dusalî bûye. Binxet wê demê, di binê destên Frensayê de bûye û ji bo Kurdên Serxetê jî bûbû devereke aram. Sadoyê bavê Dersêş li gundê Maşoqê bi cih bûne.
Piştî ku malbata Derwêşê Sado li gundê Maşoqê bi cih bûye, destek û alikariyeke mezin ji Malbata Haco Axayê Hevêrkî dîtiye. Herweha gundiyên Maşoqê jî, camêriya xwe ji wan re nehêvişandine.
Derwêşê Sado dema bûye şeş-heft salî, li gundê Maşoqê dest bi dibistana erebî kiriye. Piştre li bajarê Hisîça dev bi xwendina Lîseyê kiriye û di 1952an de lîse qedandiye.
Derwêşê Sado di navendeke wisan de rabûye ku piraniya siyasetmedarên Bakurê Kurdistanêli wê herêmê bûne û her ku çûye, têkiliya wî bi pir kesên xûyanî û siyasetmedar re zêdetir bûye.
Dema ku Derwêşê Sado li Hisîçayê lîse dixwend, hingê têkiliya wî bi Mîr Celadet Elî Bedirxan, Qedr Beg, Ekrem Beg, Dr. Nafiz, Nûredîn Zaza û Hesenê Haco re çêbûye.
Di 1943an de, nemir Mele Mistefa Berzanî dema agirê şoreşê li Başûrê Kurdistanê geş kiriye, hingê serhildana Neteweyê Kurd a li Mihabadê jî navûdeng daye. Derwêşê Sado hêj di mektebê de bû, bi rihekî welatperwer perwerde bûye. Di 1946an de dema li Mihabadê Komara Kurdistanê avabûye, zêdetir evîndariya wî ji welêt re çêbûye
Li Tirkiyê piştî ku partiya Mistefa Kemal Ataturk a bi navê Cumhuriyet Halk Fikrasi ku piştre navê wê guhartin û kirin Cumhuriyet Halk Partisi berepaş çûye, partiyek bi navê Partiya Demokrat bi serokatiya Ednan Menderes di hilbijartina giştî de bûye desthelat û hikumet ava kiriye. Di 1950 de jî ”lêborîn”eke giştî derxistiye. Wê demê gelek kesên ku mehkûmê Komara Tirkiyê bûne, xasma ewên ku reviyabûne derva, hin ji wan vegeriyane Tirkiyê.
Derwêşê Sado jî di 1952an de ji Binxetê hatiye û çûye li Eynqesra ku warê bavû bapîrên wî bû rûniştiye. Dema ku Derwêşê Sado hatiye Bakûr, xortekî 18 salî bû û xwendina lîseya Hisîçayê qedandiye, lê bi zimanê kurdî re zimanê erebî û ingilîzî jî zanibûye, piştre fêrî zimanê tirkî jî bûye.
Derwêşê Sado piştî ku ji Binxetê vegeriyaye û hatiye, bala xwe dayê ku hêjî tirs û sawa wan qetlîam û şewitandina hewqas gund û warên Kurdan di nava xelkê de didomîne û kes newêre behsa navê Kurd jî bike. Hin caran mam û bavê Derwêş, xasma gorbihişt Sado gotine Derwêşî: “Ev der ne Surî ye. Dive tu li vire xeber nedî. Dema dewleta Tirk bi te bihise, we dîsa leşker werin gundê me bişewitînin u fermana me rakin. Dive tu pir hay ji xwe hebî!”
Rêzdar Derwêşê Sado li Binxetê di navendeke wisa kame, xurt û geş a kurdewariyê de rabûye û pir rind bi mesela kurdî jî agehdar bûye, ji ber hindê hevdîtin bi gelek xuyanî û navdarên Kurd re kiriye û hertim bi ramaneke azad fikiriye. Lê belê bala xwe dayê ku li Herêma Xerzanê kesekî ku di vî warî de pê re xeberdan bike tune. Çendî ku ew ketiye nava lêgerîn û tevgerê jî, tenê çend meleyên ku bermayê Medreseya Kurdî bûne dîtiye ku ageh ji pirsa kurdî hebûne û pêşî têkilî bi Mele Emadedîn Gurdilî re daniye. Her wisa têkiliya Derwêşê Sado bi çend meleyên welatparêz re domandiye, lê gelek bi nihênî hevdîtin bi wan re kiriye û xwe ji bo avakirina rêxistineke pêşerojê amade kiriye.
Sal 1958, Komara Tirkiyê, Derwêşê Sado biriye leşkeriyê, li Mamaqa bi cih kirine. Rojeke şemiyê Derwêşê Sado derketiye izna sûkê û çûye taxa Kizilayê, li wirê kovarek bi navê AKIS dîtiye ku va ye wêneyê Serokê Nemir Mele Mistefa Berzanî tê de ye û di raserê wêneyî de jî Alaya Kurdistanê heye. Dema Derwêşî nivîs xwendiye, dîtiye ku li binê wêne bi zimanê tirkî weha hatiye nivîsandin: Molla Mustafa Barzani Bir Kurt Dewleti Peşinde… (Mele Mistefa Berzanî ketiye pey avakirina dewleteke kurdî…). Herweha kovarê nivîsiye ku Evdilkerîm Qasim inqilab li Îraqê kiriye û di zagona bingehîn xala diduyan de jî daye nivîsandin ku “Li Îraqê Kurd û Ereb hevpar in, lêborîn ji bo Berzanî dane û wê Berzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegere Îraqê.”
Kêfa Derwêşê Sado pir hatiye û baweriya wî zêdetir bûye. Piştî heşt mehên eskeriya Derwêşê Sado, belavkirina wû derketiye Diyarbekirê û çûye li wirê bûye posteciyê amirhêziyê.
Piştî ku Derwêşê Sado wek leşker li Diyarbekirê bi cih bûye, têkilî bi hin kesan re daniye, xasma jî gelek caran çûye otêla bi navê MUŞ û Dogo Palasê, li wirê Mele Midûr (Evdilbaqi Ozkeskin)
û Hecî Welî nasiye. Wê demê (1958) Otêla MÛŞê, ya Fethulahê babê Şakir Eposdemirî, herdu birayên xwe (Mihemed Can
û Elî) û Hecî Weliyê Muşî bûye. Bi wê pêwendiyê
Derwêşî dema Şakir Epozdemirî nasiye, danûstendina xwe pê re xurt kiriye, pê doza kurdî daye fêmkirin û ew hişyar kiriye.
Rojekê Derwêşê Sado gotiye Mele Midûr:
Ma kesekî welatparêz li virê tune ku tu min pê bidî
naskirin?
Mele Midûr gotiye Derwêşî:
Ez ê te bi du kesan bidim naskirin.
Mele Midûr, Derwêşê Sado biriye çapxaneyekê û wî bi Mûsa Enter û Canib Yildirim re daye nasandin. Wê demê Evdirehman Efemdolak jî nivîsendeyê çapxaneyê bûye. Hingê rojnameyek bi navê Ilerî Yurt li wê çapxaneyê dihate weşandin.
Piştî ku Canib Yildirim û Mûsa Enter pê hisiyane ku Derwêşê Sado ji Binxetê hatiye, kêfa xwe pir jê re anîne û Canibî ew vexwendiye mala xwe. Piştre êdî Derwêşê Sado têkiliya xwe bi van dostên nû re xurt kiriye û her domandiye…
Mûsa Enter rojekê di wê rojnameya ku derdixstin de çend rêz wek helbest bi zimanê kurdî li ser Ataturk nivîsiye:
Kemalo, Kemalo
Kemalo çavşîno
Çaroxa dijdîno
Gawiran ditirsîno
Kemal bave me yo…
Îcar piştî ku ev sê-çar malikên bi kurdî hatine weşandin, dotira rojê piraniya rojnameyên tirkî sernavine mezin nivîsîne û gotine: “Li Diyarbekirê helbest bi kurdî hatin weşandin” û Medyaya Tirkiyê qîr û qiyamer rakiriye.
Mûsa Enter û Canib Yildirim, li ser wê helbesta bi kurdî hatine girtin. Gava wan birine dadgehê, jimareke mezin ebûqat ketine doza wan û parêzvanî li wan kirine. Dadgehê raporek derheq Mûsa Enter û Canib Yildirimî de hinartiye Enqerê da pisporên meselê (Bilirkişi) werbêj bikin û encam bo wê bişînin ka çi qeder sûc di vê helbestê de heye. Demek şûnde Profesor Welî Dedeoglu û çend kesên din dîtina xwe bi raporekê eşkere kirine û gotine ku ev helbest pesnê Ataturk dide, tê de suc tune. Li ser wê raporê, Musa Enter û Canib Yildirim ji sezayê rizgar bûne û ji girtîgehê jî hatine berdan.
Sal 1958 Dewleta Tirkiyê navê Derwêşê Sado xistiye lîsteya sor…
Piştî ku Derwêşê Sado eskerî kuta kiriye li Êlihê (Batman) 19. 07.
1962an de ketiye saziya karê Petrolê. Lê demekurtek
şûnde 04. 04. 1963 de ji kar avêtine.
Dema gorbihişt Seîl Elçî di hin berxwedanên xwe de
navûdeng daye, di 1965an de Derwêşê Sado çûye
Diyarbekirê û li Otêla bi navê Mûş Palasê pê re hevdîtin
kiriye û gotiye wî: Dive em partiyeke kurdî ava bikin.
Gorbihişt Fehîm Bîlal jî wan destek kiriye û dest bi haziriya
avakirina partiyeke kurdî kirine.
Derwêşê Sado bi handan û pêşniyara gorbihişt Fehmi Bilal (Firat) ê Licî ku demekê nivîsendetiya Şoreşa 1925an a bi serokatiya
gorbihişt Şêx Seîdê Pîranî kiribû, tevî pênc hevalên
din, li Amedê kombûnek çêkirine û tê de biryar dane
ku partiyeke siyasî ji bo Neteweyê Kurd ava bikin.
Derwêşê Sado bi nasnavê Jîrek, gorbihişt Said Elçi bi
nasnavê Pêşmergeyê Welat, Şerafedîn Elçî bi nasnavê
Dûrnas, Şakir Epozdemir bi nasnavê Evindarê
Welat û Emer Tûrhanê gorbihişt jî bi nasnavê Bendê
Welat partiyek bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana
Tirkiyê damezirandine.
Piştî ku biryara damezirandina Partiyê hatiye dayîn, Derwêşê Sado destûr û bernameya PDKya Sûrî û ya Îraqê anîne, ji erebî wergerandiye Tirkî û ji bo amadekirina destûrê bernameyek li gor merc û rewşa Tirkiyê nivîsîne û dane hevalê xwe Dûrnas. Ev pênc heval, li ser mijara bingehîn a rêxistin û bernamayê li hev hatine.
Di roja 11.07.1965an de li bexçeyê Gazi Koşka bajarê Amedê sond xwarine û Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye bi awayekî fermî damezirandin. Said Elçi wek serokê giştî yê Partiyê, Dûrnas sekreterê giştî û Şakir Epozdemir jî jimêrdarê giştî
bûye. Gorbihişt Kemal Badilli û parêzer Faîq Bûcak, bi damezirandina partiyê agahdar bûne. Her wiha di amadekirina
destûr û bernameya partiyê de gelek alîkariya wan jî çêbûye, lê di damezirandina partiyê de cih negirtine. Faîq Bûcak raman û kesayetiyeke wî ya baş di civata Kurd de hebûye, ew ji bo serokatiya Partiyê kesayetiyek pir qenc bûye…
Lê mixabin îro ew zatê ku hewqas emek daye û bi awayekî çalak kar kiriye, li Êlihê (Batman) çavên xwe li jiyanê girtine.
Bila serê malbata wî, serê dost û xizmên wî û serê Neteweyê Kurd sax be.

Zeynelabidin Zinar
02/ 10/ 2020

Back to top button