
Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Derwêş Se’do
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar û siyasetmedarê Bakûrê Kurdistanê û yek ji damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (Derwêş Se’do) gihîşt me. Xwedê jêrazî Derwêş Se’do kesêkî xebatgêr û niştimanperwer bû ku her li salên şêstî yên sedsala bîstem da xebata xwe ya siyasî destpêkiriye û rola wî li piştevanîkirina şoreşa Eylûlê de hebû û her wiha piştî şikesta şoreşa Eylûlê û li şoreşa Gulanê da gedeyeke bi wefa yê rêbaza Kurdayetiyê bû û berdewam bû li piştevanîkirina şoreşê heta wê radeyê amade bu qurbaniyê bi jiyana xwe bide bi navê yarmetîdana Pêşmerge û têkoşerên şoreşê Gulanê. Her ji ber wê rola bilind û dilsozaneya xwedê jêrazî Derwêş Se’do ya li şoreş û xebata gelê Kurdistanê da hebû, madalya Barzanî Nemir jî pê hatiye bexşîn.
Bi koça dawî ya Derwêş Se’do me dost û heval û têkoşereke Kurd ji dest daye. Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Derwêş Se’do û Endamên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye û hemû têkoşer û niştimanperwerên Bakûr dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
02.10.2020