Nivîsar

Ax pişta min!

Li cihê ku alternatîf tunebe û xebatek berbiçav li meydanê neyê kirin, millet mecbûr dibe berê xwe bide cihên din û xwe bavêje hembêza hêz û partîyên dij Kurdistanî…

Nûrî Çelîk

Hem şexsî, hem malbatî, hem eşîrtî û hem jî siyasî, gava meriv bi tenê be yan alîkarî û tifaqa meriv, dost û hevalên din qebûl neke, meriv wek darê şikestî ye, bêhêz û bê qiwet e, bê mecal û bê derfet e. 

Dibêjin rojekê du kesan pev çinî ye, yek ketiye ser dilê yê din û bi kulman li zikê wî daye. Her ku li zikê wî daye, yê di binî de gotiye ax “pişta min”. Her ku li zikê wî daye gotiye  “ax pişta min”. Ê di ser de gotiye, ”kuro ez li zikê te dixin tu dibê ay pişta min, te xêr e law” û meraq kiriye. Ê di bin de gotiye, ”heke hinek li  pişta min hebûna teyê nikarîba li min bida”. Yanî, mêrik bi tenê bû, pişta wî tunebû, bê xwedî, bê dost, bê pal û pişt bû. Ji ber tenê bû jî herkesî bela xwe lê dixist. 

Di mesela partîtî û siyasî de jî wilo ye. Gava meriv bi tenê be û tew bê mecal û bê derfet be, ne qedir û qîmetê meriv heye, û ne meriv kare gavekê pêş de here û biserkeve. Serketin di yekîtî û tifaqê de ye, xurtî di hevgirtin û pal û piştê de ye. Merivên bi tenê jar, û merivên bi pişt xurt in. Partîyên bi tenê jar, partîyên bi tifaq serketî û xurt in. 

Îro li Başûrê Kurdistanê her çiqasî  PDK û YNK wek partî xwedî hêz û derfet bin jî, ji ber ne yek û ne bi tifaq in, ji ber ne yek hêz û ne yek deng in, çi li Bexda, Şam, Tehran û Enqerê be, çi jî li qada navnetewî be,  ne xwedîyê wê qudretê ne ku karibin di derbarê Kurd û Kurdistanê de bandorek mezin li awira gelemperî bikin û biryar û piştgirîyek  girîng bistînin. 

Ango, bê pal û pişt in. Heke ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistanê herdu hêz yek deng û yek hêz bûna, li şûna ku pişta xwe bidin dewletên cîran pişta xwe bidana hev, wê niha  rewşa Başûr jî, rewşa her sê beşên din jî pir pir cudatir bûya. Hem wê bandora tifaq û yekîtîya wan li seranserê Kurdên cîhanê bibûya, hem jî wê partîyên beşên din yên Kurdistanê ji tifaq û yekîtîya wan ders werbigirtana û ewê jî bibûna yek û bi tifaq bûna.

Tifaq û yekîtîya wan herweha wê bandor li rejîmên dagîrker jî bikira, wê dagîrkerên Kurdistanê bi hêsanî nîkarîbûna desttêwerdanan di nav kar û barên partîyên Kurdistanê de bikirana. Bêtifaqî û berberîya herdu partîyan pir mixabin hem dibe sedema parçebûn û bêtifaqîya Kurdan, hem jî destê rejîmên dagîrkerên Kurdistanê xurt dike. Yanî, ji ber ev herdu partîyên mezin ji hev re ne pal û pişt in, hem li nav dewletên cîhanê û hem  li cem dagîrkerên Kurdistanê  bê qedir û ne tu tişt in.  Ji ber vê ye ku gava dagîrkerên Kurdistanê li wan û li me dixin, me û wan dikujin, em dibêjin ax pişta min.

Wek me li jor jî got, parçebûn û bêtifaqîya PDK û YNK bandora xwe li hêzên siyasî yên parçeyên din jî dike. Bakur û Rojava nimûneyên herî nêzîk û baş in. Berberî û neyartîya PDY û ENKS bandora vê yekê ye. Parçebûn û bêtifaqîya partî û hêzên Bakur ji ber vê yekê ye. Gava berberî û neyartî di navbera du partîyên sereke û mezin yên Kurdistanê de hebin, em bixwazin nexwazin ev yek bandora xwe li alîgir û dostên wan partîyan jî dike û peşkên wan li temamê Kurdan dikeve. 

Li Bakurê Kurdistanê rewş xirab û aloz e. Bêtifaqî, sersarî û xemsarîya partîyên derveyî PKK,  bêhêvî yek mezin afirandiye. Li cihê ku alternatîf tunebe û xebatek berbiçav li meydanê neyê kirin, millet mecbûr dibe berê xwe bide cihên din û xwe bavêje hembêza hêz û partîyên dij Kurdistanî. Ji rewşa îro ya Bakurê Kurdistanê ne tenê PKK, lê herweha hemû dezgeh û partîyên derveyî PKK jî mesûl û berpirsiyar in. Partîyên ku xwedêgiravî xwe wek nûnerên rêbaza Barzanî dibînin û ji bo berjewendîyên xwe 5-6 PDK ava kirine, berpirsiyar in. PAK û PSK a ku tu cudahîyek  îdeolojîk di navbera wan de tune, Kurdistanî ne lê dîsa jî nabin yek, berpirsiyar in. Hêzên din berpirsiyar in. Hemû partîyên ku îro li hember rewş û kambaxîya Bakur bêdeng in, sersar û xemsar in, ne li qad û meydana ne, berpirsiyar 

In. Û di serî de jî PDK û YNK bi xwe berpirsiyar in. Heke birastî PDK û YNK Kurdistanî bûna, piçekî dev ji berjewendîyên xwe yên partîtîyê berdana û hindekî serê xwe bi rewşa parçeyên din bêşandina, ji parçeyên din re bibûna pal û pişt, wê niha Bakur jî, Rojava jî ne di vê rewşa malkambax de bûna.  Rastî gelek caran tehl e û nayê daqurtandin. Lê mixabin tehl be jî rastî ev e. 

Ji Rojhilat nûçeyên xêrê tên. Dibêjin herdu PDK ên Rojhilat biryar dane ku bibin yek partî. Ev gavek pîroz e, dîrokî ye û wê ruh û giyanê hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê şad bike. Hêvîdarim ev gava pîroz ji PDK yên Bakur û Rojava re jî bibe nimûne û nîşanek baş, ew jî berjewendîyên xwe yên şexsî û partîtîyê dernin alîyekî û ji bo yekîtîyê gavekê bavêjin.

 Helbet heger pozê wan bişewite!

Back to top button