PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Fetih kir

Roja 14.08.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û astengiyên li ber proseya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de her du alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû alî ber bi çareserkirina kêşeyan hengav bavêjin û hewlên xwe ji bo derbasbûna ji qeyrana siyasî terxan bikin.

Back to top button