Avakirina civakeke demokratîk û dûr ji şidetê.
Di hevdîtineke navbera Asos Neçîb wezarîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û xanim Fokîda Baraton seroka rêxistina Aşitiyê ya cîhanî de rewşa siyasiya Îraqê bi giştî û ya herêma Kurdistanê bi taybetî û kar û çalakitên wezareta kar hatin gotûbêj kirin.
Seroka rêxistina Aşitiyê ya cîhanî di axaftina xwe de rewşa arama û tecrûbeya herêma Kurdistanê, pêkvejiyana bi biratî û pêşketinên wê bilind nirxandin.
Wezîra kar û karûbarên civakî ji şandeya mêvan ra behsa kar û çalakiyên û pilanên pêşerojê yên wezareta xwe kir û îşaret bi pêketinan yên ku di ware pêşketina civakî de bidestvehatine, kir.
Her dua aliyan di hevdîtnê de tekîd li hevakrî û hevahengiya zêdert kir ji bona xizmetkirina aşitiyê û avakirina civakeke demokratîk û dûr ji şidetê.