
Duhenî li asîmanê Silêmanî kopterên ceng yên Iraqî hatin dîtin ji ber ku li ser kopterên cengî alayê Iraqî hebûn xelkê Silêmanîyê ketin nava tirs û xofanê.
Fermandarê 4.Livayê daxuyaniyek da ji rojnameyê Xendanê re û di derbarê kopterên cengî de da zanîn ku ne hewceyê xelkê me bitirse her tişt di bin kontrola me de ye .
Berdevkê Wezareta Pêşmergeyî Cabbar Yaver jî got : Di 18kopterên cengî de berpirsyarên Emerîkayî hebûn û ji bo serdana Herêma Kurdistan hatin. 18 firokvan jî Kurd bûn û hîn kesê wan jî xelkê şarî Silêmanî bûn.
Yaver wiha berdewam kir : Firokvanên Kurd tenê ji bo meraqan li ser asîmanî Silêmanî geriyan û digel berpirsyarên Emerîkayê li ser bajêrê bi awayekî nizm firiyan.
Bi navê Kopter li rûyê cîhanê tishtekê nîne. Koka bêjeyê jî kivshe ye. Helîkopter an Babirok. Peyva babirok gelek jî rûnishtiye. Wîkîpediya Kurdî herwiha Herbadok jî dide ravekirin. Ev yek…\r\n\r\nNavê camêr Yaver e yan Yawer e nizanim, lê bi texmîna min bi zimanê dîplomatîkî diaxive û rastiyan vedishêre.\r\n\r\n18 babirokvan jî Kurd bûn, hin ji wan xelkê Silêmaniyê bûn, wey bavo wey.. tesadûfeke gelek mezin.\r\n\r\nLi ser bajarek ewchend firalavên sher nafirrin. Heger bifirrin, an sherek heye yan jî gef li bajariyan tê xwarin. \r\n\r\nHin kes an devedor gefan li Kurdan dixwin. Kak Yawer (an Yaver) dikaribû senaryoyeke din amade bikira.
Kek Balagesh yan heval :)\r\n\r\nem ji cabbar yawere daxwaz bikin ji bo te daxuyaniye taybet bide 🙂
Birayê hêje Zinarek (Zinar pirranî navê zilaman e),\r\n\r\nMa Cabbar Yawer carekê bo min daxûyaniyekê bide qey chi dibe? Xelk bo gelê xwe chi dikin chi nakin. Dewra desthilatdariya dar-cho, axa-mîr, xwedî-xulam, shareza-reaya hwd. nema.\r\n\r\nHewldanên nû yên Dewleta Romê hene, hûn dizanin. Serokmînîsterê Tirkan welat bi welat digere, bo daxistina hêzên PKKê ji chiyan.\r\n\r\nMeclîsa Romiyan biryara ketina artêsa Tirk bo Bashûrê Kurdistanê da, tezkere hate dayîn bo salek.\r\n\r\nAya her careka artêsa Tirk dikeve Kurdistana Azad Kek Yawer nabihîse? Wê demê diche bêhnvedanê?\r\n\r\nKurdistana Azad rojane ji aliyê dewletên xwînwar Tirkiye û Îranê ve tê topbarankirin, aya mînîsteriya pêsmergeyan nabîne?\r\n\r\nGelek sedem hene ku Bashûrê Kurdistanê bê tehdîdkirin. Serokê Ajansa Parastinê jî ev yek dupat kir.\r\n\r\nBirayê Zinarek, kete serê cenabê we ku hema bi tesadûfî 18 babirokvan jî Kurd bûn? Kek Yawer nizane ku xelk êdî hishyar bûye, ji zimanê dîplomasiyê fêhm dike..\r\n\r\nHerchî siyasetmedarên Bashûr in, oyy bavo oy bes porên xwe boyax dikin, char-pênc jinan dikin, tizbiyan didin destên xwe û chîrokan dibêjin ji xelkê re. Bi Xwedê min dîtin. Asoyên wan teng in. Siyaseta navxweyî dizanin lê ya nûjen nizanin. Zik werimandine mashelah..\r\n\r\nHelbet gotina min ne ji pêshawa û serokên Bashûr re ne. Ew jî wekî min difikirin, bi Xwedê wekî min rexneyan dikin. \r\n\r\nSerok Barzanî jî heman rexneyan dike. Rexne jî ji hezkirinê tê.\r\n\r\nGefên mezin hene li ser Bashûr. Ereb, Ecem, YDA, Tirkiye û heya bigire Rûsya û Ewropa jî. Naxwazin Kurd bibin xwedî desthilat. Dixwazin Kurd her berdest bin daku wekî alavekê desthilatdariyê bikarbînin.