Cîhan

Nêzîkatiyek li dijî Amerîka

Serokê Dewletê Rusyayê Dîmîtrî Medmedev û Serokê Dewletê Wenezuellayê HugoChavez piştî hevdîtinên Kremlinê li ser mijara santrala nukler a Wenezuallayê lihev kirin.

Berpirsyarê enerjiyê nukleera Rusyayê ê herî mezin Sergey Kiriyenko û Wezîrê Karên derveyê Wenezuellayê Nicolas Maduro piştî hevdîtinê di derbarê enerjiyê nukleer a Wenezuellayê de  peymanekî îmzakirin.

Li Emerîkayê Latînê berhemdêra herî  mezin ya petrolê Wenezuellaye û Chavez gelek caran behsa kêmkirina girêdayîya petrolê dikir û daxwaza avadaniya santralên nukleerê gotîbû.

Medvedev da zanîn ku ji bo DYA , Wenezuella welatekî dijmine û dibe ku DYA ji ber vê peymanê nerehet bibe lê ew peymanê ku hate îmzakirin peymenekî aştiyaneye.

Serok Dewletê Rusya wiha berdewam kir : Li qada enerjiyên nukleerê  peymanekî nû hate îmzakirin. Ez dizanim ku ji ber vê peymanê hîn kes aciz bibin.Niyeta me eşkere û fesîhe. Em dixwazin digel Wenezuellayê bi awayekî hewkarî alternatifên ku di pêşiya me de ne binirxînin.

 

 

Back to top button