Polîtîk

Gotûbêjkirina gotinên Nêçîrvan Barzanî berdewam dike

Nêçîrvan Barzanî rêya şareseriyê nîşan dike

    Wek tê zanîn li Bakurê Kurdistanê pirsa kurd bi awayekî ketiye di nava pêvajoyek nûjen de. Hîmên vê pêvajoyê ewe ku dê pirsa kurd li Tirkiye bi metodên demokratîk û rêya diyalogê bête çareser kirin.

    Herweha  di derbarê pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê ji berê pê de dîtina serokê herêma Kurdistanê û dîtina cigirê PDK-ê û serokwezîrê berê  Nêçîrvan Barzanî tê zanîn. Barzanî bi gelek minasebeta û herweha serdanek ya xwe li Tirkiye jî dîtina xwe li ser çareseriya pirsa kurd li Tirkiye ji raya giştî re eşkere kiriye.

    Kurd  hemi di vê prosesê de bawerin ku, şerê çekdarî pirsa kurd çareser nake. Divê bi rîya diyalogê û danûstandinê ev pirs bête çareserkirin. Lê astengên mezin di rêya diyalogê de hene. Ew jî ew e ku ew aliyên di nav Tirkan û di nav kurdan de jiyana xwe ya siyasî û civakî li ser rijandina xwînê didomînin. Ew tucara naxwazin şer raweste û berdewambûna şerek bê armanc daxwaz a wan e.

    Rolê Kurdistana Başûr taybetî role serokê herêma Kurdistanê û cigîrê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsa kurd li bakur heye. Ev rol gerek ji aliyê kurdên Bakur ve jî bête dîtin.

    Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de gelek vekirî sê xalên girîng îşaret dike û hewrweha li ser van xalan dîtina xwe jî gelek zelel dibêje. Barzanî dibêje: “ Tirkiye bi siyaseta inkar û îmhayê nikare pirsa kurd çareser bike. Herweha PKK jî bi şerê çekdarî nikare bigehe armancên xwe. Ji bo vê dive herdu alî jî ji dev vê siyaseta xwe berdin û dest diyalogê bikin. Çareseriya pirsa kurd bi metodên demokratîkin.“ Barzanî dibêje ku dive em di gavên xwe yên ji bo çareseriyê ji rastiya heyî hereket bikin. Barzanî dibêje, dive di vê pêvajoyê de PKK wek muxatab bête qebûl kirin.

    Nêçîrvan Barzanî naveroka axaftina xwe bi gotina dawî gelek zelaltir dike û dibêje: Pirsa kurd pirsekî siyasiye. Wek gelek caran serok Barzanî jî gotî ji bo çareseriyek aşîtiyane ya pirsa kurd li Tirkiye, em amadene ku rolêk erênî bileyzin. Eger herdu alî jî rola me qebûl bikin, dê rola me bibe rolek arîkar ji bo çareseriyê.

    Di bingehê helwesta xwe de Barzanî, rola dezgehên tarî ji holê radike û dixwaze ya rast bête dîtin û li gora wê gav bêne avêtin.

    13.10.2010

   Dara Bilek

 

Tê zanîn ku li Tirkiyeyê pirsa sereke pirsa kurd e. Siyaseta tirk ya tund û li ser înkar û jihevxistina miletê kurd, li ser kurda berxwedanek çekdar ferz kir.

    Ev şerê di eslê xwe de siyaset û stratejiya damezrandina dewleta tirk sedemê wê ye, 26 sal e dom dike. Aşitî û çareseriya pirsa kurd gelek cara bûye mijara hukumetên tirk jî. A rastî konjektura navnetewî, pêwendiyên Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropayê û cîhanê tirka mecbur dike ku li çareseriyekê bigere. Li aliyê dinê dînamîkên Tirkiyeyê, civaka tirk jî êdî bi vî şerî ne qaîl e û her diçe gilî û gazinên di derbarê şer û israra siyaseta statukoparêz, di nava tirkan de jî zêde û bilind dibin.

    Ev demek e dîsa pêvajoyek ku çareseriya pirsa kurd, naskirin û qebûlkirina mafê kurda yên rewa di rojeva Tirkiyeyê de di giraniyê de ne. Bêguman çareseriyek ku tirk jî û kurd jî pê qaîl bin û kes xwe rûmetşikandî nehesibîne, ne hêsan e. Lê çendî zehmet be jî, çareserî ji berdewamiya şer dê qenctir be û îro ya tirk jî tê dighêjin ev e.

    Helbet dîroka xebat û şerê bo azadî û rizgariya Kurdistanê li bakur, xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Lê rastî ev e ku PKK-ê bi rastî û şaşiyên xwe mohra xwe li tekoşîna van 25-30 salên dawî daye û çareseriyek bêyî PKK-ê nemumkin û nerast e jî. Li gel pirsa kurd, pê ve girêdayî pirsa PKK-ê pirsa 5000-6000 gerîla, pirsa şeş-heft hezar girtîyên PKK û KCK-ê, pirsa bi sedhezaran kurdên li dervayî welêt dijîn heye. Bêşik mixatabê pirsa PKK-ê û hemû pirsên bi wê ve girêdayî PKK bi xwe ye. Lê jiber rol û pozisyona PKK-ê di nava Tevgera kurd de, PKK di çareseriya pirsa kurd de jî ne hêzek yekta be jî hêzek sereke û mixatabek ku nîn be, na be ye.

    Nemumkin e ku hewldanên çareseriyek bêyî PKK-ê biserkevin. Li hemû welatên ku pirsgirêk bûne sedemên şer, mixatabên şer dîrek yan jî îndîrekt lihev rûdinên û li rê û rêbazên aşitiyê digerin. Nabe ku tirk him li ser navê tirka û him jî li swer navê kurda biryarê bidin. Ew ê bo aitî û çareseriyê bi rastî jî ji dil bin ew ê li mixtabên xwe bigerin û peyda jî bikin.

   M.Şefîq Oncu / Almanya

 

Kîjan PKKê û dê bi kîjan bernameyê bibe mixatebê dewleta tirk?,

 

      Kevneserokwezîrê Dewleta Feder ya Kurdistanê Neçîrvan Berzanî, di pirsa mixatebî de nerîneke giştî aniye ser zimên û di heman dem de jî ceribandina Başurê Kurdistanê daye ber çav, gorî wê di pirsa mixetabî de bîrûreyên xwe diyar kiriye.

     Gorî baweriya min, bi gelemperî li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê li pirsa mixatebî nehêrtin, ne rast e.,

     Wek tê zanîn di tevgerên milî û neteweyî de du teref hene: Terefek, neteweya bindest e û terefek jî dewleta serdest û kolonyalîst e. Dewleta serdest bi hemû dezgeh, îdeolojî, meclîs û hikumeta xwe miletê serdest temsîl dike. Li ser navê miletê serdest dikare bi dewletan û bi meletê bindest re pêwendî çê bike û peymanan îmza bike. Rêxistinên neteweya bindest, heger neteweya bindest temsîl bikin û bên wê qonaxê, bi dewleta serdest û kolonyalîst re danûstandin dikin, dibin mixetab û bi dewleta serdest re peyman îmza dikin.

     Ev rêxistinên miletên bindest ji bona bibin mixateb, divê hem milet bikarin temsîl bikin, hem jî di serî de ji bona mafê desthilatdarî û serwerî, ji bona mafên neteweyî yên kollektîf hewil bide.

     Dîsa ji bona ku ew rêxistinên li hemberî dewleta serdest û kolonyalîst şer dikin, bibin mixateb, divê di bernameya neteweyî de lihevkirî bin. Dema ku di programeke neteweyî ya hevbeş de lihevkirinek nebe, mixatebbûna wan rêxistinan mimkun nîne.,

      Dema li ceribandina Iraqê û Başurê Kurdistanê bê nêhirtin, ew rastiya gelek zelal tê dîtin. Di sala 2003-an de dema ku rejîma baasî û s eddamî hat rûxandin, li hemberî miletên serdest û dezgehên wan Partî Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mixateb bûn. Lewra herdu rêxistina bi tevayî miletê kurd temsîl dikirin û di nav gel de  ji bona temsîla herdu partiyan lihevkirin û konsensûs hebû. Di heman dem herdu partiyan berjewendiya giştî bi bernameyeke hevbeş ya federal/federe temsîl dikir û diparast.,

       Lê Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê rastî ne wek Başurê Kurdistanê û Iraqê ye.,

      PKKê, PKKêyek nîn e. Du PKKê hene: PKKêyek dewletê heye, PKKêyek kurdan heye. Lê hezar mixabin PKKê ya dewletê di bin serokatiya Ocalan de ye û îro jî li PKKê hikum dike û desthilatdar e. PKKê, li hemberî dewletê jî berjewendiya miletê kurd temsîl nake, berjewendiya elîta Ocalan, serokatiya wî ya otorîter, îdeolojiya wî ya jakoben û stalînst-faşîzan temsîl dike.  Gelo ev PKKê dê çawa li ser navê neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê bibe mixateb?,

     Ev PKKê ya dewletê û Ocalanî, ji aliyê bernameyê de jî berjewendiya milî ya neteweya kurd napêrêze û berjewendiya kesayetiya Ocalan diparêze. Her gav gorî konjoktûra siyasî û berjewendiya kesayetiya Ocalanî jî, programekê diparêze. Wek tê zanîn, piştî ku Ocalanî hat Tirkiyeyê, pêşî “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê”, pişt re konfederalîzma ku kurd tê de ne dewlet in, parast. Di vê dawiyê de jî “xweseriya demokratîk” ya neteweya kurd û Kurdistanê parçe bike diparêze.,

    

    Ocalanî û PKKê ya dewletê sibê jî dikare bernameyek din biparêze.,

    

    Bûyer derdixin holê ku li pişt deriyan jî Ocalanî gorî van bernameyên xwe jî, berjewendiya neteweya kurd napêrêze.,

    

    Ji aliyê din de jî, li Bakurê Kurdistanê PKKê, ji aliyê demokrasî û serhejmariyê de jî neteweya kurd temsîl nake., Ji bona vê ez wek Birêz Kevneserokwezîrê Dewleta Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Berzanî nabêjim ku PKKê li ser navê neteweya kurd li hemberî dewleta tirk bibe mixateb.,

    

    Pirseke din ya girîng jî ew e ku PKKê di daxwaz û helwesta xwe de samîmî û dilsoz jî nîne. PKKê îdia dike ku daxwazên wê pêk bên dê dev ji çekan berd e. Ew jî ne rast e. Lewra hebûna PKKê girêdayî çekan e. Dema çek ji holê rabe, PKKê ji holê radibe û elîta PKKê nikare ku BDPê, çapemeniyê û peran/pulan kontrol bike.,

    

    Ew jî derdixe holê ku PKKê nikare li ser navê neteweya kurd bibe mixateb.,

    

    Ev rastiyan derdixe holê ku li Bakurê Kurdistanê pirsa mixatebiyê, pirsgirêkeke mezin e.

    

    Kurd divê beriya her pirsekê, vê pirsê çareser bikin.,

      Amed, 13. 10. 2010

     Îbrahîm GUÇLU,

    ([email protected]),

 

(Avesta Kurd)

Back to top button