Dîwana N. Mîro „Dilop" ji nav weşanên HAN derket
Dîwana Newaf Mîro ya bi navê Dilop ji nav weşanên HAN derket.
Nivîskar û şairê Kurd Newaf Mîro di dîwana xwe ya bi navê Dilop de gelek mijarên cûr be cûr yên civakî bi kar anîne. Ji çalakiyên berxwedanên ji zîndanên Amedê heta şervanekî enternasyonalîst yê ku di çiyayên Kurdistanê de merama mirovayetiyê digere, ji evînên destlênedayî heta êş û kovanên viyandariyê yelpazeyeke berfireh di nav sewaneyên Mîro de xwe diherîkinin. Zimanekî rihet û ûslûbeke herikbar xwe di nav 33 helbestên helbestvanî de xwe destnîşan dikin.
Dîwan ji 33 helbest û 84 rûpelan pêk dihê.
Her wisa romaneke Newaf Mîro jî li ber çapê ye û ew jî ji nav weşanên HAN wê derkeve pêşberî xwendevanên Kurd.
Nasnameya dîwanê wisa ye:
Dilop * Newaf Mîro
© Newaf Mîro * Han-Grafik
Ji Weşanên Han Çapa 1.
Berlîn/Cotmeh-2010
Weşanên Han – 51
Helbest- 20
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranaçstr. 62 12157 Berlîn
Tel.: 00 49 (0) 30 47987052
Fax: 00 49 (0) 30 47987054
www.evra-kitap.com
[email protected] Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
ISBN: 978-94040997-16-6
KNN/Nahê Xan
Kerem bikin helbesteke ji dîwanê:
HEZN
ma tu heyî tu..
min dîmenê te, bi pitikên çavên xwe
li kûraya hişê xwe de qeydkir
û ez qet ji bîr nakim
rengê te ji gul, sosin û beybûna bedewtir e
çendku ew ji te diafirin
bedewa bedewan
ma tu heyî tu
min ew bêhna te bi rêya henasa xwe
di qoziya herî asê, ya mejî yê xwe de bi cih kir
û qet nayê jibîrkirin
bêhna te ji gul û binevşan
û ji barana payizê û bi bayê re,
ji bêhna ax, tav û avê xweştir e
çendku tu ew dîmen bixwe yî
li her deverê ez li te digerim
delala delalan
ma tu heyî tu
min ew reşgirêdana te û pêçeka rêsayî
qet jibîrnekir
û ew evînkuj
rengkuj
dengkuj
bêhnkuj
asokuj
û dîlankujên li ser sînga te
û jibîr nabin, nabin neynika mezopotamya
ma tu heyî tu
te ez melankolî û sewsî kirime
hêsirên çavên te
dil û kezeb tev kul kirin
û ez her şepşepokiyê te bi xwe me
hezn bûye warê hevşabûna me
em bi hêsirên çavan kela dilê xwe vedimirînin
û hêsirên me, me bi hev digihînin
lê tu heyî tu
min ji te û rengên te pir hezkir
lê ma kengê ezê, kenê li ser dev û rûyê te bibînim?
tu kurdistan û laliş a minî
dergûşa gîyanê minî
ji xwe bê te ez hebim jî,
dîsa ez tune me..
06.01.10