Cîhan

Hikûmet digel diplomatkarên biyanî civiya

Îro roja şemiyê bi amadebûna Kerîma Şingalî wezîrê navxwe, Elî Sindê wezîrê pilandanê, Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, Behroz Mihemed waliyê Silêmaniyê û Temer Remezan waliyê Duhokê civîneke berfireh digel hemû konsolos û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi rêve çû.

Di civînê de ku nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Berîtaniyayê û nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê Almaniyayê jî amade bûn, berpirsê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo beşdaran behsa rojeva civînê kir û got ku dê di civînê de reşa asayîşa herêma Kurdistanê, hevahengiya wezareta pilandanê bi wezaret û saziyên peywendîdar ra û mekanîzma kar û pirojeyên her sê wîlayetên herêma Kurdistanê bên minaqeşe kirin.

Paşî Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa rewşa asayîş û îstîqrara herêma Kurdistanê kir got ku divê hêzên polîs û asayîşê di haziriyê de bin û hevwelatî jî bi berpirsiyariya xwe rabin û hevkariya saziyên peywendîdar bikin.

Elî Sindî wezîrê pilandananê yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa erkên wezareta pilandanannê di vê qonaxê de kir û got ku hemû karên hikûmetê li gor pilan û bernameyekê amadakirî diçin û ji bo amadakirina her oilaneke be, wezareta pilandananê hevahengiyê bi wezaret û saziyên têkeldar dike.
Sindî di berdewamiya axaftina xwe behsa encamdana serjimêriya giştî li Îraqê kir û got ku sedemêm paşdexistina serjimêriyê nebûn,”Encamdana serjimêriyê dê  ji bo berjewendiya giştî, geşepêdan, pilandanan bo hemû waran li sertaserî Îraqê,hokarekî giring be.”

Di civînê waliyên her sê wîlayetên herêma Kurdistanê her yekî cuda behsa rewşa wîlayeta xwe di warê emnî, cîyê cografî, derfetên kar û sermayerazandinê, pirojeyên pêşerojê û mekanîzma hevahengiya digel ajansên navdewletî kir.

Di dawiya civînê de Mistefa behsa kirîza pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir û di vî warî de careke din tekîd li ser helwestê serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê kir ku bi avakirina hikûmeteke niştimaniya bingeh fireh kir.

Herwesa Felah Mistefa behsa astê peywendiyên herêma Kurdistanê bi dewletên biyanî ra kir

Back to top button