Li Swêdê partiya Porreşên Demokrat.
Li dor nûçeyeke rojnameya Metro ya swêdî, piştî hilbijartinên parlamentoya Swêdê bidawî hatîn, partiyek nû bi navê pariya Svartskalledemokraterna (Partiya Porreşên Demokrat) ji aliyê biyaniyan ve hate avakirin.
Partiya Svartskalledemokraterna weke bersivek bo partiya swêdî ya nijadperst û dijbiyanî Sverigedemokraterna (Swêdiyên Demokrat) ji aliyê biyaniyan li Swêdê ve hat avakirin û vê partiyê heta nuha 1000 endam hene.
– Raste porê min reşe, lê ez jî demokart im, dibêje Tarek Alkhatib yek ji damezrênerên partiyê.
Her çiqas partiya Svartskalledemokraterna ji aliyê biyanîyan ve hatiye avakirin, lê berpirsên wê dibêjin ku yên esil swêdî jî dikarin bibin endamên paritê
Weke tê zanîn di 19.09.2010ê de li Swdêd hilbijartinên parlamentiyê çêbûn û di hilbijartinan de partiya dijî biyaniyan û penaberan ku bi partiyeke nijadperst li Swêdê tê naskirin partiya Sverigedemokraterna 20 kursî di parlamentoya Swêdê de bidest xistin. Vê yakê jî tirseke mezin xistiye dilê biyaniyan û ji paşeroja Swêdê dirtisin û her ji ber hindê jî partiya nû Svartskalledemokraterna hat avakirin.
Gelek ji pispor û şarezayan, avakirina vê partiya nû Svartskalledemokraterna bi pêngaveke nêgetîv wesif dikin û dibêjin ku ev dê zêdetir swêdî û biyaniyan ji hev dûr bike.