Civak

Aşitî hîn bi xêr e

Hereketa Azadî  ser li şerê ku ji aliyê dewlet û PKKê ve hatî destpêkirin daxûyaniyek belav kir û doza aşitiyê dike. Daxûyaniya Hereketa Azadî: Ji Rayagiştî ya Kurdistanê û Tirkiyê reEM LI SER AŞITIYÊ WERIN BA HEV, DI TIFAQÊ DE HEYATÊ BIBÎNINBi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm‘’Aşitî hîn bi xêr e.’’ (Sûreya Nîsayê, ayeta 128emîn)‘’Hûn hemû bi awayekî komî daxilê aşitiyê bibin.’’ (Sûreya Beqereyê, ayeta 208emîn)Em wek HEREKETA AZADÎ / Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê, daxwaz dikin ku; bila gelê Kurdistanê xwe bi xwe rêve bibe, bila bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibîne, bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ev mafên tebiî bêyî ti bihaneyan û bêyî derengxistinê tavilê bên dayîn.Em di wê baweriyê de ne ku miletên Kurdistanê û Tirkiyê dê lêgerîna xwe ya ji bo maf, dad û azadiyê bi riyên meşrû, bi diyaloga siyasî û mutabeqetek muqabeleyî karibin çareser bikin.Em nêrîna Dewleta Tirk ya li meseleya Kurd û Kurdistanê, siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê ya sedan salan red dikin. Çavkaniya bingehîn ya şerê civakî û pirsgirêkan ku di derbarê Kurdan û Kurdistanê de derketine holê, ev siyaseta şaş a ku li dijî heq û heqîqetê ye.Em rêbaza çekdarî ya têkoşîna PKKê li gorî mesleheta gelê xwe nabînin.Em çalakiyên PKKê yên ku xisarê didin aramî, aborî, jiyana civakî û siyasî ya gelê Bakurê Kurdistanê, faaliyetên neyênî yên li Başûrê Kurdistanê û pratika wê ya ku Başûr bêîstîqrar dike û dike hedef jî rast nabînin.Divê nerehetiya hikumet û Meclîsa Başûrê Kurdistanê cidî bê girtin û ji her cure çalakiyên ku dê xisara aborî û siyasî bidin Başûrê Kurdistanê, dûr bê sekinîn.Divê tavilê hemû alî dawî li zimanê ku li hemberî partî, sazî û şexsên siyasî bi awayekî cudaker û neyênî tê bikar anîn, bînin û destur neyê dayîn ku medya jî ji bo vê yekê bibe alet.Divê alî di şer û pevçûnan de nirx, rê û rêbaz û kaîdeyên însanî, exlaqî, hiqûqî bin pê nekin, divê teqez ji êrîşên li hemberî sivîlan, jinan, zarokan, zanyarên dînan (olan) û xwezayê dûr bisekinin. Divê di vê mijarê de îhlala mafan bi awayekî samîmî bê lêkolînkirin û divê kesên tawanbar çi cezayî heq dikin, bi wî cezayî bên ceza kirin.Em him daxwaz dikin him jî bala aliyan dikişînin ser ku;Bila li Kurdistanê û Tirkiyê aşitî û pêşketina aborî û civakî bê dabîn kirin,Bila mafê herkesî û her alî yê rêxistinbûnê û siyasetê bê parastin,Bila di derbarê meseleya Kurd û Kurdistanê de çareseriyek adilane û mayînde bê dîtin,Bila tavilê dawî li şer bê anîn û bi lez û bez û bi awayekî mayînde agirbestek bê îlan kirin,Û bila agirbest bi gavên ku baweriyê didin, bê tehkîmkirin û di encamê de bila çek û tundî ji alavbûna mafxwestinê bê derxistin.Divê dewlet jî PKK jî tavilê tundiya bi her awayî bidin rawestandin û divê li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek aşitî û muzakereyê ku hemû dînamîkên siyasî û civakî alîgir in, bidin dest pê kirin.Pêwistiya Alema Îslamê, Kurdistanê û Tirkiyê ya herî elzem aşitî, pêşketina aborî, refah û rêveberiyek adilane ye.Em hevdîtina li ser aşitî ya emrê Qurana Pîroz, zexmkirina biratiya xwe, çavdêriya mesleheta miletê xwe, ometa xwe û însaniyetê wek pêwistiyek mezin dibînin.Em aşitî û tifaqê dixwazin; em dibêjin bila zarokên me nemirin, bila erdnîgariya me xerab nebe, bila destkeftiyên me yên madî û manewî wenda nebin.Ji Şer re Na; ku dibe sedema xisara madî û manewî,Bijî Aşitî! Bijî Azadî!hereketa_azadi_178828836Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADÎ

Back to top button