16 aliyên siyasî daxwaz kirin ku civîna parlementoyê werê paşxistin
16 partî û aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê kombunek berfireh kirin.Li Hewlêr civîn li hola şehîd Seid Ebdullah demjimêr 18.00 destpêkir û 3 demjimêran dewam kir. Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Îranê Brett McGurk, Balyozê Brîtanya li Iraqê Simon Kolis û Balyozê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Nikolay Mladenov di civîna hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de amade bibûn.Piştî bi dawî hatina civînê konfranseke rojnamevaniyê hat lidarxistin û tê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand: “Di civînê de nêrîneke bihêz hebû ku daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê bê kirin da ku civîna sibe ya parlamentoyê paş bixe.”Fûad Hisên got: “Di civînê de nêrînên aliyan hatin behskirin û behsa wê yekê hat kirin ku çawan serederî ligel civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê were kirin.”Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha tekez kir: “Nêrînek gellek bihêz di civînê de hebû ku daxwaz ji parlamentoyê bê kirin da ku civîna neasayî ya sibe ya parlamentoyê paş bikeve.”Fûad Hisên da xuyakirin: “Du sedem hene ku civîna sibe ya parlamentoyê were paşxistin. Yekem, gotûbêjên ciddî hene da ku civînên navbera aliyên siyasî bigihîjin encam û ewa duyem jî ew e ku hinek partiyan pêwîstî bi wê yekê heye ku bi serkirdatiya partiya xwe re şêwir bikin da ku bikarin biryara xwe ya dawiyê bidin.”Hisên di dirêjiya axavtinên xwe de ragihand: “Civîna îşev serekvtî bû û dê civînên aliyên siaysî berdewam bin da ku derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bigihîjin lihevhatinekê.”