Dosya

PDK projeya çereseriyê ji Raya Giştîre eşkere kir

Kriza serokatiya Kurdistanê ji aliyê Goran û YNKê ve di çerçova projeyeke ku yekrêziya li Kurdistanê heyî têkbidin. Serokê Parlementojê pêl li hemû heyînên yasayî kir û wek militanek Goran  hereket kir û bê aliya xwe ji dest da.Di vê derbarê de nûnerên PDKê di parlementoyê de hindek pasif man. Lê di encam de, PDK leyiztika qirêj agahdar bû.Niha jî yekrêziya Kurdan li Başûr ji hertiştekî girêîngtire. Dixweyê îro pirs bi awayekî tê çareserkirin. PDK îro di civîna aliyên siyasî de projeya xwe ya çareseriyê pêşkêş dike.PDKê ji berî civînê projeya xwe ji Raya Giştî re jî eşkere kir. Projeya PDKêproja çareseriya krîza serokatiyê ku aliyê YNK û Goran ve hatiye derxistin. Goran jî tevlî civîna îro dibe.Di projeya PDKê de çend pêşniyar bo çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatine amadekirin ku tê de tekez li ser wê yekê tê kirin, sîstema rêvebirina Herêma Kurdistanê sistemek parlementeriye.Herwiha di projeya PDKê de ew yek hatiye pêşniyarkirin, ku Serokê  Kurdistanê heta dawiya vê xûla Partlamentoya Kurdistanê berdewam be.Di beşeke din a projeya PDKê de behsa wê yekê jî hatiye kirin, pêwîst e desthilatên her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê werin rêxistinkirin û demek were diyarkirin da ku hemû alî li ser şêweya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bigihîjin lihevhatinekê.PDK di projeya xwe pêşniyar dike, encûmeneke bilind a siyasî were damezrandin ku ji Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê û cîgirn wan, herwiha kesên yekem ên aliyên beşdar di hikûmet û parlamentoyê de, nûnerên tirkman, kild, suryan û aşûrî pêk tê.Li gor wê projeyê, erkên wê encûmenê hatine desnîşankirin ku “nirxandin û standina biryar li ser pirsên giring ên asayişa neteweyî, bi taybet jî helwesta derbarê mafê çarenivîsê, pêwendiyên ligel Iraq, welatên cîran û parçeyên din ên Kurdistanê de” erkên sereke yên wê encûmenê ne.Di projeyê de herwiha tê gotin: “Serokê Herêma Kurdistanê çend kesatiyên di nava Encûmena Bilind a Siyasî de destnîşan dike da ku ligel wezîr û berpirsên pêwendîdar çavêdriya dosyayên, çareseriya şûwanrên du îdareyiyê, yekxistina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, Asayişa neteweyî û pêwendiyan, çareserkirina rewşa aborî û debara xelkê, rêxistin û îdarekirina awareyan, mafê diyarkirina çarenivîsê û dosyay petrolê de bike.”

Back to top button