Cîhan

Artêşa Amerîkayê kuştina serkirdeyekî El Qaîdeyê li Sûriyê ragihand

Artêşa Amerikayê dide xûyakirin ku; hêzên wan serkirdeyekî gurûpa Hurasdîn li Sûriyê ku “berpirsiyarê çendîn operasyonên terorîstî li hundirê Sûriyê bû, kuştine.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku serkirdeyê koma Hurasdîn li Sûriyê Ebû Ebdulrehman Mekî hatiye kuştin.Ebû Ebdulrehman endamê encumena girûpa Huresdîn û “fermandarê bilind ê operasyonên terorîst li Sûriyê bû”.

Çavkaniyên xwecihî li Sûriyê dibêjin, rêberê Huraseddîn di êrîşeke bi firokeyê bê mirov de dema li motorsîkletekê siwar bû li Idlibê hat kuştin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî got: “Ew hêzeke girêdayî El-Qaîde ye ku bingeh li Sûrîyayê ye û daxwazên cîhanî yên El-Qaîde ji bo pêkanîna êrîşan li dijî Amerîka û berjewendîyên rojavayî parve dike.”


Back to top button