Serwerî û Eniya Tirkmenî beşdarî civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê nabin
Serwarî û Eniya Tirkmenî beşdarî civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê nabin
Civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê li ser daxwaza serokê encûmena parêzgehê tê li darxistin. Eniya Tirkmenî û Koalîsyona Erebî ya li Kerkûkê beşdarbûna civînê red dikin û bi neqanûnî binav dikin.
Endamê Fraksiyona YNKê Parwîn Fatîh dibêje “Vexwendname ji hemû endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê re hatiye şandin, ti aliyek bi fermî me agahdar nekiriye ku beşdar nabin.”
Endama Tirkmen a Encumena Parêzgeha Kerkûkê Sawsan dibêje ku; me biryara dawî daye û em beşdarî civînê nabin.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encumena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji Dibêje: Heta niha ti biryareke fermî derbarê wê mijarê de negihîştiye me û ne diyar e ku em beşdar bibin yan na.
Ji aliyê xwe ve, Partiya Serwerî li Kerkûkê red kir ku beşdarî civîna encûmena parêzgehê bibe û got, posta parêzgarê Kerkûkê mafê civaka ereb e, lewma jî ew red kirin ku beşdarî civîna encûmena parêzgehê bibin.
Roja 10ê Tebaxê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna 9 endaman li hotêla Reşîd a Bexdayê civiya û reveberiya xwecihî hilbijart. Ji pişka YNKê postê parêzgariyê ji kurdan re hat dayîn û serokatiya encûmena parêzgehê jî ji ereban re hat dayîn.