Cîhan

Almanya: Di êrîşekî de 3 hatin kuştin û 6 jî bi giranî birîndar bûn

Şeva Înê li Elmanya bajarê Solingen ê di encama êrîşa bi kêrê de 3 kes mirin û 6 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku di derdora demjimêr 22.00’an kesekî nasnameya wî nediyar êrîşî gelek kesan kiriye û êrîşkar hê jî nehatiye desteserkirin.

Polîsan diyar kirin ku êrîş di dema festîvala ku ji bo 650 saliya bajêr hatiye lidarxistin de pêk hatiye. Solingen li Nordrhein-Westfalen, eyaleta herî qelebalix a Almanyayê ye û bi Hollanda re hevsînor e. Wezîrê Karên Hundir ê eyaletê Herbert Reul, serdana cihê bûyerê kir û ji rojnamevanan re got ku ew êrîşek armanckirî ye li dijî jiyana mirovan, lê nexwest li ser sedema êrîşê şîroveyekî bike.

Hat ragihandin ku festîval heta niha hatiye betalkirin.

Back to top button