Arinc: Emê pirsa kurd çareser bikin
Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc ji bo propaganda hilbijartinan doh li Diyarbekirê bû. Arinc piştî axavtina xwe li gel rojnemevana xeber da û bersiva pirsên rojnemevanan da.
Wek tê zanîn ji berî demekî serokwezîr Erdogan gotibû ku; ``pirsa kurd tuneye, pirsa hevwelatiyên min yên kurd heye“ ev pirs ji Arinc hate pirsîn û arinc ev bersiv da.
Arinc: Li Tirkiye pirsa kurd heye. 60-70 salî ev pirs ji aliyê hukumetan ve nehatiye dîtin û hatiye inkarkirin. Ak Partî ji siyaseta inkarê dûr ket û pirsa kurd aniye qonaxekî. Hêdî têrê nake ku mirov bêje pirsa kurd heye. Divê ev pirs bê çareserkirin, ev pirs bûye pirsa her hevwelatiyek di welatê me de. Serokwezîr tiştek çewt negot, lê hinek vê istismar dikin. Gav bi gav ev pirs ber bi çareseriyê ve diçe. Lê hinek siyasî vê pirsê rojane wek amentu bixwînin dibêjin. Divê çareseriyek ji bo vê pirsê bête kirin. Di vê derbarê de tiştên me kirîn gelekin, emê niha 10 car zêdetir bikin da ku ev pirs çareser bibe. 1-ê Hezîranê serokwezîr tê Diyarbekir. Dê hinge di vê derbarê de hinek tiştan ragihîne û ev yek wê dilê xelkê rehet bike.“
Herweha Arinc di xeberdana xwe de behsa berendamên serbixwe jî kir û ji bo wan serkeftin xwest û got ew hemî jî kesayetên bi qedrin û ez hij wan dikim.