Kultur

15'ê Gulan

15’ê Gulan

Di sala 1932’an û di rojekî weke îroyê de Kovara ” HAWAR” li paytexta Suriye Şamê derket.

Hawar

Hawar yekemîn kovara kurdî bi tîpên latînî bû.

Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15’ê gulana 1932’a de derket û heta 15’ê gelawêjê 1943’a 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûrîyê Şam bû.

Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cîhekî girînge, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî da bûbû ekolek û heta sala 1943’ê weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.

Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23’an nivîsên kurdî ê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan, ko êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî da bûn kesên navdar.

Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15’ê gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.

Back to top button