Elçî: Kî li hemberî Amedê ziman dirêjiyê bike dê zimanê wi bê birîn

Duhî li Diyarbekirê mîtingeke mezin ji bo namzetên serbixwe yên bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê hat lidarxistin ku BDP piştgiriya wan dike û zêdeyî 50 hezar kesan amade bûn.
Di mitîngê de çend berendamên bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê axavtin.
Siyasetmedarê kurd Şerafettîn Elçî jî bal kişand ser yekîtiya netewî ya kurd û got:
– Dixwazin gelê Amed teslîm bigrin. Kî li hemberî Amedê ziman dirêjiyê bike dê zimanê wi bê birîn. Kî li dijî Amedê dest dirêjiyê bike dê destê wî bêşikandin. Amed ala rûmet û azadiyê ye. Bi girtîgehan nikarin teslîm bigrin. Ev gel heta azadiya xwe bi dest dixe dê tekoşînê xwe bidomîne. Em nasname, perwerdeya ziman û zimanê xwe dixwazin. Îro roja namus û şerefê ye. Em bibin yek. Yekîtiya me serkeftina me ye.
Emîne Ayna jî bi biranîna kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û wiha got:
– Meha gulanê bi kurdî meha gulan e. Di meha gulanê de gulên me hatin jê kirin. Dema ku behsa meha gulanê tê kirin şehîdên 18ê gulanê tên bira mirov.
Siyasetmedara kurd Leyla Zana, bal kişand ser yekîtiya netewî ya kurdan û bang li ciwanan jî kir ku bi kurdî biaxivin. Zana wiha axifî:
– Dem dema jiyaneke bi rûmet e. Herwiha dû peyamên me ji dewletê re hene. Ez AKPê ji dewletê cuda nabînim. CHP dayîk û MHP jî bavê wê ye. Li dijî gelê Kurd hemû dibin yek.
Altan Tan jî got:
– Îro roja sebir xilasbûnê ye. Dibêjin li benda me bin û sebir bikin. Edî tehemula me nema. Bi deh hezaran ewladên me li çiyayan jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran ewladên me di girtîgehan da ne. Gotineke pêşiyan a kurdî heye, dibêje “diz û xwediyê malê bi hevdu hesiyan”, em jî bi wan hesiyan. Erdogan tu dibêjî “ez dê kirîterên Kasimpaşa pêk bînim”. Wê demê em jî dê kirîterên Bagok û Cudiyê pêk bînin. (Rûdaw)