Duh (14-5-2011) li bajarê Qamişlo – Sûriyê, hemî partî û rêxistinên tevgera niştimanî ya kurdî li Sûriyê bi yek helwestê nêrîneke pêşniyar

Pelgeya nêrîna pêşniyar di kombûneke gelêrî de û bi amedebûna serok û perpirsiyarên tevgera niştimanî ya kurdî li Sûriyê û ji aliyê sekreterê Partiya Çep ya kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê de hate xwendin û ragihandin. Ji van (8) bendan pelge hate pêşniyarkirin:

– Divê qet zilm û zor û kuştin neyê kirin û rê li pêş xwepêşdanên aştiyane vebe û diyaloga niştimanî ya berfereh di navbera hemî aliyên siyasî û hilbijartiyên rewşenbîrî yên ku baweriya wan bi diyalogê heye de ji bo hevtêgihiştinê bibe.

– Bikaranîna hemî fermanên seroktiyê yên di derbarê rakirina cezayên awirte û dadgeh û zagonên bijartî, û berdana hemî girtiyên siyasî û nêrînê.

– Pejirandin û erêkirina kar û xabata eşkere ji hemî rêxistin û partiyên siyasî re ta ku zagoneke serdemîn ji partiyan re derdikeve.

– Nemana hemî siyaset û ferman û zagonên taybet di mafê gelê kurd de, û lezandina dayîna nasname û mafê hemwelatiyê ji yên ku ji wan hatibû stendin.

– Vexwendin ji bo kongirekî niştimanî, nivîsandina destûrekî nû ji welêt re û pêşkêşkirin wî ji gel re ji bo dengdanê, derxistina zagoneke nû ji bo hilbijartinan, vennasîn bi hemî netewe û siyaset û zimanan, berdana azadiya rojnamrgerî û ragihandinê.

– Cudakirina hersê desthilatên zagondanîn û bicihanîn û dadmendiyê, her weha xurtkirina rola dadmendiyê û serbixwebûna wê.

– Çareserkirina pirsa kurdî bi şêweyeke demoqratî di hinderê yekbûna welêt de û vennasîn bi hebûna wî di destûrê welêt de wek neteweyek sereke.

– Parastin û dawîna mafên çandî ji netewe û olên hindik re.

Li dawiya xwendina pelgeyê, hin pirs ji aliyê cemawerê beşdarbûyî de ji berpirsiyaran hatin kirin, di bersivandina pirsan de xuyakirin ku hemî partî û rêxistinên tevgera niştimanî ya kurdî li Sûriyê, Înê carekê lihev dicivin û li gor pêşketinên ku di rewşa Sûriyê de çêbibin wê biryaran bistînin. 

 

I.K

(Avestakurd)

Nêrînek

  1. pekenine pez karik u berx dice gazinda li Gür(ik)diket.xwesteka li katil u kujere xwe dike\nKurd wuha bet rizgar bun azad bun tune ji birwe bikin

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: