Arinc: Ahmet Turk bimaya diyalog hesanîtir bû
Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc, di bernameyek ya televizyona CNN Turk de amade bû. Arinc di bernamê de bersiva pirsên rojnemevanan li ser rojeva siyasî dan. Rojnemevanekî ji Arinc pirsî;
– ” Li gora we çareseriyek ji bo pirsa kurd bê ku BDP hebe mimkine? “
Arinc bersiva vê pirsê da û got:
– ” Bê BDP-ê jî çareseriyek çêdibe. Parlementerên BDP-ê serbixwe hatin hilbijartin, di parlementoyê de gruba xwe ava kirin. Partiya wan hate girtin, partiyek din gruba xwe cardin ava kirin. Li gora baweriya min a şexsî eger birêz Ahmet Turk wek serokê vê partiyê bimaya, dê me çêtir bikaribiya bi muxatabekî baştir re gav biavêtan.Biryarên dadgeha me ya Destûrî gelek ecêbin. Mirov dema partiyekî bigre û lêpirsînek bikira û bigota bila kî ji vê partiyê ji siyasetê bê qedexekirin, bawerke dê nave Ahmet Turk derneketibiya pêş. Dê hinek din bûna. Eger li gel BDP-ê diyalog hebê û dayîn standinek bête kirin, dê feyda wê hebûya. Lê ew xwe nêzikî vê yekê nakin. Berpirsiyariyek bi vî awayî nagirin ser milên xwe û edresên din nîşan didin. Heta pêwendiyên wan li gel Îmralî û Qendîl bin ew ji derê projeyê dimînin. Ez bawerim ev yek ji bo çareseriyê nabe zererek gelek mezin. “