Polîtîk

Ji pirsa kurd re formula 17+1

 

Wexfa Bandora Civakî û Aborî ya Tirkiyeyê (TESEV), di rapora xwe ya bo çareseriya “mayinde” û “bi riya demokratîk” a pirsgirêka kurd de, pêşniyar kir ku di 17 qanûn û Destûra Bingehîn de hin guhartin bêne kirin.

Tesev logoDi rapora TESEV’ê ku ji aliyê Dilek Kurban û Yılmaz Ensaroğlu ve hatiye nivîsandin û duhî ji raya giştî re hate aşkerekirin de, hate diyarkirin ku bo çareseriya mayînde û demokratîk a pirsa kurd, divê di 17 qanûn û Destûra Bingehîn de hin guhartinên bingehîn bêne pêkanîn.  

Di raporê de, hatiye destnîşankirin ku Destûra Bingehîn û yasa divê li gorî awayê “pirnijadî yê Tirkiyeyê” jî nû ve bête sererastkirin û weha hatiye gotin, “Di gelek qanûnên ku warên cuda yên civakê bi rêk dixe de, hukmên ku nasnameya Tirkî wek referansê digire cih digirin. Ev li gorî awayî civakî yê Tirkiyeyê nîne, kurd û nijadên din ên ne tirk veder dike.”

Rapora TESEV’ê ji aliyê 17 hiqûqnasan ve hatiye amadekirin, di malpera saziyê de hatiye weşandin, bi ser navê “Pêşniyarên Qanûnî û Destûrî yên ber bi Çareseriya Pirsa Kurd ve” hatiye weşandîn, weha ne:   

DIVÊ DESTÛR BÊ GUHARTIN: Di serî de destpêka Destûra Bingehîn di tevahiyê de nasnameya etnîkî ya tirk li pêş e. Ev bi awayê, ‘welat û miletê tirk, dewleta pîroz a tirk, miletê tirk, zimanê tirkî, dîroka tirkî, kultura tirkî’ xwe dide der. Ev şêwe li awayê pirneteweyî yê civaka Tirkiyeyê nagunce.  

Ji ber ku di Destûra Bingehîn a nû de divê tu newete dernekeve pêş. Pênaseya ‘miletê tirk’ ku çi di Destûra Bingehîn de çi jî di hin yasayan de heye divê bi têgeha, ‘welatiyên komara Tirkiyeyê’ bête guhartin.

QANÛNA PARTIYÊN SIYASÎ: Qanûna partiyên siyasî, bi pîvanên dewleta hiqûqê û demokrasiyê re naguncin, ji ber vê jî divê ji binî ve bête guhartin. Her weha ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî divê bendên 43, 81, 82, 10 û 103’ê di demeke kin de bêne nirxandin.

QANÛNA HILBIJARTINA PARLAMENTERAN: Ligel ku ji bo hemû partiyên siyasî tê pêkanîn jî, benda ji sedî 10 ya hilbijartinê, di warê çareserkirina pirsa kurd de astengiyê dixe pêşiya hindê ku temsîla di parlamentoyê de bête kirin. 

QANÛNA CEZA YA TIRK: Her çend benda TCK’ê ya 103’ê ji bo astengiya li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd bête dîtin jî, gelek bendên din ên vê qanûnê ji bo kurdan asteng in. Siyasetmedar û şaredarên kurd li gorî bendên TCK’ê yên 216, 220, 222, 314 û 318’ê têne darizandin, heta cezayên giran lê têne birrîn. 

QANÛNA TÊKOŞÎNA BI TERORÊ RE : Bi halê xwe yê îro TMK, li hemberî azadî û ewlekariya kesan ya dewletê esas digire û maf û azadiyan bi awayekî cidî asteng dike.

QANÛNA PERWERDEYÊ: Divê mewzauata perwerdeyê ya Tirkiyeyê, ji sertapê li gorî aştiya civakî, mafên mirovan, di çarçoveya mafên wekhevî de pirrengî û li ser esasê hurmeta bo cudahiyan ji nû ve bête amadekirin. Bendên vê qanûnê, têgihîştina yekrengî û îdeolojiya fermî ya dewletê dide der.
QANÛNA ÎDAREYA BAJÊR: Navê gelek bajêr û waran hatiye guhartin. Qanûna Îdareya Bajaran ku sala 1949’ê hatiye derxistin bo vê guhartinê palpiştî kiriye.

QANÛN Û RÊZIKNAMEYA PAŞNAVAN: Ji ber benda 3’ê ya vê qanûnê, kurd û biyanî nikarin navê bi zimanê xwe li zarokên xwe bikin.

QANÛNA HERFAN: Li Rojhilat û Başûrojhilat ji ber dijberiya vê qanûnê gelek doz hatine vekirin.

Her weha di raporê de, derbarê qanûnên, Qanûna derbarê Weşanên Radyo û TV’yan de, Qanûna Televizyon û Radyoyan, Qanûna di warê aborî de bi mecbûrî bikaranîn Tirkî, Qanûna Gundan, Qanûna Dabînkirina Kesên Zirar ji Terorê Dîtî, Qanûna derbarê kutûbên Hilbijatinê de, Qanûna Rewşa Awarte, Qanûna perwerdeya bi zimanê biyanî de hate xwestin ku guhatin bêne kirin.

 

  

(AKnews)

Back to top button