Cîhan
Amerîkayê bi dehan êrîşên asmanî kirin ser parêzgehên Yemenê

Medyaya Hûsiyan ragehand, “Derengê şeva borî Amerîkayê 30 êrîşên asmanî kirin ser parêzgehên Seide, Emran, Hudeyde, Beyza û Zemarê yên Yemenê.”
Li parêzgeha Seideyê 13 êrîşên asmanî li ser Îdareya Salimê li gel Kîtaf û pişka rojhilatî ya wî bajarî hatin kirin, herwesa Amerîkayê komelgeha Herf Sofiyanê li Emranê jî bombebaran kiriye.
Li parêzgeha Hudeydeyê jî, zêdetir ji 15 êrîşên asmanî li ser girava Kameranê hatine kirin û li Beyzayê bajarkê Zehrayê hatiye bombebarankirin, di eynî demê de jî wan êrîşan komelgeha Mefîhe Ens û parêzgeha Zemarê jî vegirtine lê heta niha jî zirar nehatine zanîn.
Hûsiyan berî du rojan ragehandibû, “Ji ber êrîşên asmanî yên Amerîkayê, li derdora Sanayê nêzî heft kesan hatin kuştin û 29 kesên din jî birîndar in.”