Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Destkeftî berhemê xebat û qurbanîdana xelkê xweragir ê Kurdistanê ne

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo  bîranîna kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan got, “Di bîranîna 38 saliya kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê de, em silav û rêzan ji bo malbat û kesûkarên wan ên serbilind dişînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 16.04.2025) peyamek ji bo bîranîna 38 saliya kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê parve kir û tê de amaje da, “Merem ji tawana kîmyabarankirina wê deverê û xelkê wê yê dilsoz û têkoşer şkandina îradeya azadiyê ya gelê Kurdistanê û xelkê welatperwer ê wê deverê bû.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa ragehand, “Azadî û destkeftiyên îro yên Herêma Kurdistanê berhemê xwîn û xebat û qurbanîdana xelkê xweragir ê deverê ne. Herwesa baştirîn bîranîn û rêz û wefa ji bo canê şehîdan zêdetir xizmetkirina Kurdistanê ye.”

Ev jî peyama Serokê Herêma Kurdistanê ye:

Îro di bîranîna 38 saliya kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê de, em serê rêz û hurmetê ji bo canê pakij ê şehîdên wê tawankariya rijêma berê ya Îraqê diçemînin. Em wan bi rêz û şkodarî bibîr tînin û silav û rêzan ji bo malbat û kesûkarên wan ên serbilind dişînin.

Tawana kîmyabarankirina wê deverê û xelkê wê yê dilsoz û têkoşer berdewamiya rêzeke tawanên din di derheqa xelkê sivîl û ax û xwezaya Kurdistanê de bû. Merem jê şkandina îradeya azadiyê ya gelê Kurdistanê û xelkê welatperwer ê wê deverê bû, ku herdem bingeheke giring a xebat û têkoşanê û bingeha Pêşmergetiyê bûye.

Azadî û destkeftiyên îro yên Herêma Kurdistanê berhemê xwîn û xebat û qurbanîdana xelkê xweragir ê deverê ne. Baştirîn bîranîn û rêz û wefa ji bo canê şehîdan û misogerkirina paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê yekrêzî û tebayî û pêkveyî û zêdetir xizmetkirina Kurdistanê ye.

Silav li bîranîna şehîdên Xoşnawetiyê û tevaya şehîdên Kurdistanê bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

16.04.2025

Back to top button