Amerîka û Îsraîl Sûriyê bombebaran dikin
Fikrokeyên şer ên Emerîkî pêgehên DAIŞê li naverasta Sûriyê bombebaran kirin. Li aliyê din firokeyên şer ên Îsraîlî jî pêgehên rêjîma jinavçûyî û yên milîsên Îranê armanc dikin.
Fermandariya Navendî ya Emerîkayê duh, Yekşem 8ê Çileya pêşîn, ragihand ku hêzên wan behêtir ji 75 armancên girêdayî DAIŞê li naverasta Sûriyê bombeaban kirin, êrîşa herî girîng jî li dijî kampên rahênanê bû. Armanca êrîşên jî ew e ku DAIŞ rewşa niha ya li Sûrîyê di berjwendiya xwe de bikar neyêne, li gor ku ajansa Reuters ê belavkiriye.
Fermandehiya Navendî tekez kir, ku ew rê nadin DAIŞê ji rewşa niha ya Sûriyê piştî rûxana Beşar Esed sûd werbigire.
Îsraîl jî çend êrîş pêkanîn
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, Îsraîlê roja Yekşemê êrîşên asmanî li rojhilatê Sûriyê pêk anîn, û depoyên çekan û girûpên ser bi Îranê ve kirin armanc, piştî demeke kin ji rûxandina rêjîma Beşar Esed.
Rêvebirê Rewangehê Ramî Ebdulrehman ji ajansa France Presse re got, “Îsraîl gelek êrîşên asmanî li ser depoyên çekan û cihên rêjîma berê û grûpên Îran piştgiriya wan dike li parêzgeha Dêrezorê pêk anîn” û amaje bi “zêdebûna êrîşên Îsraîlî” li ser armancên heman rengî kir, piştî ku Esed ji Sûriyê reviya û komên opozisyonê Şam kontrol kirin.
Her duh, Yekşemê, firokeyên Îsraîlî depoyên cebilxaneyê li gundewarê Deraa li başûrê Sûriyê bombebaran kirin.
Televîzyona Sûrî ya ku niha ser bi Rêvebiriya Operasyonên Leşkerî ve ye, li ser rûpela xwe yê Facebookê ragihand ku “Firokeyên Îsraîlê embarên rêjîma berê li Nawa li gundewarê Deraa kirin armanc.”