Polîtîk

Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê Sûrî de

Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser pêşhatên Sûriyê

Em, li Herêma Kurdistanê, bi eleqeyek mezin geşedanên li Sûriyê dişopînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku zimanê diyalogê û çareseriyeke aştiyane ya ku, dadmendî û wekheviyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê, di nav da gelê Kurd, misoger bike û herwesa beşdariya wan ya aktîf di avakirina paşeroja welat da pêk bîne.

Herêma Kurdistanê, di çarçoveya Iraqê da, pabendbûna xwe bi parastina peywendiyên hevseng û karkirina ji bo bihêzkirina hevkariyên navçeyî û navdewletî ji bo dabînkirina aramiyê li Sûriyê dûpat dike. Em her nakokiyek ku rewşa navçeyê aloz bike red dikin û tekeziyê li ser parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên hemû netewe û pêkhateyên navçeyê dikin.

Tevî ku pêşhat bi lez in, em tekîd li ser girîngiya rêkxistina hewildanên navdewletî û herêmî dikin ji bo dabînkirina paşerojek aram ji Sûriyê ra. Em bang li civaka navdewletî û welatên herêmî dikin ku, rola xwe ji bo çareseriya aştiyane bilîzin û em piştgiriya xwe ji daxwazên gelê Sûriyê yên aştî û azadiyê ra dubare dikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

Back to top button