Amerîka û Birîtaniya piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê dikin

Şandeya Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistan, di çarçoveya serdanan xwe ya Bo Bexadyê de, îro roja yekşemiyê 31.01.2016ê li bajarê Bexdayê cuda digel sefîr û berpirsên sefaretxaneya Birîtaniya û Amerîkayê civiyan.Di civînan de, şandeya herêma Kurdistanê behsa encamên civînên xwe yên digel mezine berprisên hikûmeta Îraqa federal kir û tekîd li ser hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî di warê rûbirûbûna terorîstiya DAÎŞ û nehêlana metirsiyên li ser herêma Kurdistanê û Îraqê û ji bona çareserkirina timama pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û berdewamiya diyalog û danûstandinan kir.Şandeya hikûmeta Kurdistanê di her du dîdarên xwe yên digel berprisên Amerîkayê û berpirsên Birîtaniyaytê daxwaz kir ku her du welat zêdetir lêbixebitin daku welatên wan û civaka navdewletî di warê rûbirûbûna terorîstên DAÎŞ û alîkarîkriian yekmilyon û heştsedhezar koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene zêdetir alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin û barê giranê herêma Kurdistanê siviktir bikin, bi taybetî di vê rewşê de ku herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomiya dijwar de derbas dibe.Berprisên Amerîka û yên Birîtaniyayê piştgiriya xwe ji bo berdewamiya diyalog û danûstandinên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û diyar ku ku ew dê bi cidî lêbixebitin daku di warê şerê dijî terorîstên DAÎŞ, çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşkeşkirina alîkariyên leşkerî bo pêşmergeyê Kurdistanê û hevkarîkirina herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina wê kirîza êkonomiya tê de ye, welatên hevpeyman û civaka navdewletî alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: