Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li berdeamîya serdana xwe ji bo Bexdayê roja yekşeme 30-1-2016 serdana Serok Komarê Îraqa fedral Fuad Me’sum kir.Li hevdîtinekê Serok Komarî pêdagirî li ser ektîv kirin û berdewam bûna serdanên navbera Hewlêr û Bexdayê kir ji bo çareser kirina pirsgrêkên navbera her du aliyan û piştgîriya xwe jî bo her hewlekê nîşanda.Ji aliyê xwe Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê encamên civîna şanda Herêma Kurdistanê tevî Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê bi civîneka erênî daye zanîn û amaje bi vê yekê da ku li civînê hemû pirs û rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê hatiye behs kirin û pêdagirî li ser gringiya berdewam bûna civînan ji bo çareser kirina pirsgrêk û berfreh kirina alîkarya navbera her du aliyan li ser hemû pirsan kir.Nêçîrvan Barzanî herweha got Herêma Kurdistanê hembêza xwe ji bo hjmareka zêdeya koçber û penaberên destê terorê vekirye û cihê man û xzmetguzariyê ji wan re dabîn kirye ku bargranîyeka mezin ji bo Hikûmeta Herêmê çê kiriye û her ji ber vê yekê dixwaze Bexda vê rewşê li ber çav biger û Hikûmeta Îraqê erk û berpirsatiya xwe di vî warî de cî bi cî bike.Li dawyê jî her du aliyan behsê rewşa deverê bi giştî û dawîn rewşa daraiya Herêma Kurdistanê bi taybetî û hin pirsên din kirin.