Polîtîk

Naveroka civîna heyeta Kurdistanê bi serokwezîrê Îraqê re

Şandeyeke herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 31.01.2016ê serdana Bexdayê kir û digel serowkezîrê Îraqê civiya.Di civînê de, Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqa federal kêfxweşiya xwe li hember sedana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê nîşan de û ji bona gihiştin bi rêkeftinekê li ser bernameyê karî bi awayekî ku di berjewendiya Îraq û herêma Kurdistanê de be, tekîd li ser giringiya dîdar, diyalog û hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.Ebadî di civînê de got ku, rêxistina terorîstiya DAÎŞ dixwaze hemû deverên Îraqê wêran bike û divê çarçoveyê de, Ebadî, tekîd li ser karê hevbeş û berdewamiya operasiyên sopayê Îraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstan de bi armanca azadkirina Mûsil û hemû deverên din yên jêr destê DAÎŞê kir.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdidstanê, tekîd lis er giringiya dîdar û civînên hevbeşên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û bi minasibeta serkeftina operasiyonên azadkirina bajarê Romadî ji bin destê terorîstan, pîrozbahî li Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê kir, Barzanî hêvî xwast ku hevkarî û hevahengî di navbera Pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê de bibe hokarê rizgarkirina timama deverên herêma Kurdistan û Îraqê ji bin destê terorîstên DAÎŞê.Serokwezîrê Kurdistanê behsa kirîza êkonomiya li herêma Kurdistanê heye kir û îşaret bi wê yekê kir ku hatina yekmilyon û heştsedhezar koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê di warê êkonomî de barê hikûmeta herêma Kurdistanê gelek girantir kiriye. Barzanî got ku pêwîste hikûmeta Îraqê hevkarî û alîkariya koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene bike.Di civînê de tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera hikûmeta federala Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê hat kirin di hemû waran de bi taybetî di warê; şerê dijî terorê, çareserkirina kirîza êkonomî û timama wan metirsiyên rastî Îraqê û herêma Kurdistanê dibin. Bi taybetî behsa kirîza êkonomî ku ji encamê nizimbûna buhayê neftê serîhildaye û tesîreke xerap li ser aboriya Kurdistan û Îraqê kiriye. Her du aliyan tekîd li ser bernameya çaksaziya aborî kir bi awayekî ku, di warê dahatiniyê de kêmtir pişt bi firotina neftê bê girêdan.Di civînê de, herwesa, behsa metirsiya herifîna bendava Mûsil û tedbîrên rûbirûbûna wê metirsiyê hat kirin û tekîd li ser berdewamiya diyalog û danûstanidnên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstî hat kirin.Di civînê de ku di atmosferekî erênî de bi rêve çû, ji aliyê hikûmeta Îraqê; wezîrê neftê, wezîrê pilandananê, wezîrê avadankirin û akincîkirinê beşdar bûn.Şandeya herêma Kurdistanê ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdstanê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Roj Nûrî cîgirê berê yê serokwezîrê Îraqê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê pêkhatibû.

Back to top button