Nivîsar

Amerika li Suriye ji bo kurda şerê Tirka nake

Pewendiyîn Amerika li Kurdistana Rojava û Suriye cihê gotubêjek siyasîye. Amerika di Natoyê de li gel Tirkiye cih digre û gelek tişt hene ku van herdu welatan aliyê leşkerîve bi hevûdin re girê dide. Amerika bi rêya YPGê kete Kurdistana Rojava û Suriye. Bingehên xwe yên leşkerî avakirinêJi bilî herêma Kurdistanê YPGê bi pişgiriya Amerika li deverên wek Reqa, Dêrêzor û Mincibê şerê DAÎŞê kir . Ev herêm ne axa Kurdistanê ne. Bi hezaran ciwanên kurd li van deveran di bin ala HDS de jiyana xwe ji dest dan û şehid bûn. Gelo ev yek di cih de bû yan na? Rast bû yan na? Ev cihê minaqeşeyek taybete.Piştî Tirkiye dest operasyona Efrinê kir , gelek cara ji Amerika daxwaz kir ku, çekan nedin YPGê û çeken dayin YPGê şunde verbigirin.Amerika tu carî bi yek dengî biryarek neda. Pentagon daxûyaniyên cuda dida, wezareta derve daxûyaniyên cuda dida her dezgehek Amerikî di vê pirsivê girêdayî daxûyaniyên cuda didan. Herweha biryar dan ku li Efrinê arikariya YPGê nekir,Herî dawî berdevkê serokerkaniya Amerika Makinzi da xûyakirin ku, dema şerê li dijê DAÎŞê dawî werê ew çekên dayin YPGê şûde distinin. Yani Amerika dibêje em bi tene dijê DAÎŞê pişgiriya YPGÊ dikin. Ew şer dawî werê hevbendiya van jî dawî tê.Tirkiye eşkere dibêje dema ji Efrinê xilas bibin berê xwe didin Minbicê , Amerika li Minbicê ye, dê ev yek çewe bibe? Amerika û Tirkiye tu cara ji bo kurdên Rojava şerê hevûdin nakin.Kurd cardin dibin qurbaniya siyasetek navdewleti û di bin linga de diçin.Nûçe/analiz-Rojevakurd 

Back to top button