Polîtîk
Amerîka li Kurdistana Başûr bi hêztir cih dibe
Pêwendiyên Amerika û Kurdistana Başûr ber bi prosesek nû ve diçe. Amerika hewldide ku li Başûr bi hêztir cih bibe û nawenda xwe ya herî mezin li Başûr ava bike.Li gor agahdariya Amerika niha konsulxaneya xwe ya herî mezin li Hewlêr ava dike. Ev avahi di cihanê de dibe avahiya herî mezin ya asta konsulxaneya di cîhanê de.Avahi ji aliyê 4 kompaniyên Amerikî tî ava kirin û hinek kompaniyên Kurdistanê jî pêvajoya avakirina vê nawendê de cih digrin.Ev avahi çar sala de temam dibe.Di vê derbarê de berpirsê derve yê hukumeta Kurdistanê Felah Mistefa dibêje: “Hewlêr niha jî ji bo Amerîkayê xeta sor e, çimku wan bawerî bi pêşeroja Kurdistanê heye. Pêwendiyên navbera kurd û Amerîkayê jî berhema şev û rojekê nebûye.”