
Amerîkayê êrişa îşev a bi fûzeyaî li dijî Hewlêrê “bi hêrsker û nîşandana tundrewiyê”da nasandin û êriş şermezar kir.
Berdevekê Wezareta Derve yê Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku di encama fûzebaranê de ti ziyan û qurbaniyek li ti avahiyeke hikûmeta Amerîka neketiye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, tevî ku têkez kir ku li ti ziyan û qurbaniyên wan nebûne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê ve lêkolînan destpê kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amrîka got jî, “ev êrşî hêrsker û nîşandana tundrewiyê ye.”
Wezareta Derve ya Amerîka herwiha diyar kir ku ew êrişê şermezar dikin.
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê û cihên niştecihbûnê li derdora wê îro Yekşemê 13yê Adara 2022yan bi fûzeyan hatin armanckirin. Di encama wê mûşekbaranê de ti kesekê canê xwe ji dest nedaye.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, 12 mûşek li avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û gundê Mela Omer û derdora wê ketine.
Piştî êrîşê balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî li esmanê Hewlêrê dest bi geştên pişkinînê kirin.
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê, Saman Berzencî ragihand: Ti ziyanên canî lipey wê mûşekbaranê nehatine.