PolîtîkRojev

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê 

Em gelek bi dijwarî wê êrîşa mûşekî şermezar dikîn  ku duhî direngiya şeva çuwîyi bi awayekî tirsinokane û hovane bê tu hêcetek xelk, aramî û tenahiya Hewlêrê, paytextê Herêma Kurdistanê, kir armanc.

Sipas ji bo Xwedayê mezin ku çu ziyanên canî nebûn. Em xwe bi hevsoziya hevwelatiyên xweşitvî yên Hewlêrê dizanin ku wan di nav nîgearinî û nerehetiyê da demek dijwar bi rê kir. Ji bona berhingarbûna qeb, gef û metirsiyan biratî, yekrêzî û karê pêkveyî  ji hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê tê xwestin.

Biarmancgirtina Hewlêrê bi wî awayî û dubarebûna wan êrîşan pêşhateyeka tirsinak û binpêkirina biloq ya aramî, tenahî û serweriya Îraqê ye û ji bilî  alozkirina rewşê û zînagehandin bi niha û paşeroja timama Îraqê, tu encamên din nabe.

Em daxwazê ji hikumeta federal ya Îraqê û civaka navdewletî dikîn ku bi cidî li ser van destdirêjiyan rawestin û hemû hewlan bidin da êdî rê nehête dan bêrêzî bi serwerî û tenahiya welat, asayîş û aramiya hevwelatiyan bê kirin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokî Herêm Kurdistanê 

2022.03.13

Wek tê zanîn, pîştî nîvê şêva derbasbuyî, demjimêr 01:00ê, bi fûzeyan êrîşî Hewlêrê hat kirin û hinek ji fûzeyan li nêzîkî avahiyên ku xelk lê dijiyan ketin û ziyanên madî çêbûn. Hat zanîn ku armanca êrîşê Balyozaxneya Amerîka û Balafirgeha Hewlêrê bûye ku yek ji fûzeyan li avahiya Kurdistan24ê jî ketiye û ziyaneke madî tê de çêbûye.

Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand, ji derveyî sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê bi fûzeyên balîstîkî êrîşî Hewlêrê hatiye kirin

Back to top button