Amerika amadeye ku ekonomiya Tirkiye hilweşîne

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steve Mnuchin di konferanseke rojnamevaniyê de daxûyakirin ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameyek îmze kir ku desthilatê dide sizayên tund bi ser Tirkiyê de bisepînin.

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê ragihand ku eger ew neçar bimînin dikarin aboriya Tirkiyê hilweşînin.

Steve Mnuchin got ku ew dê li gel wezaretên derve û parastinê yên Amerîkayê derbarê wan sizayan de di hemahengiyê de bin û diyar kir, “Em saziyên darayî yên Tirkiyê derbarê sepandina sizayan bi ser wan de hişyar dikin ku bi baldarî tevbigerin. Ez dixwazim bibêjim ku niha ew siza nayên cîbicîkirin. Lêbelê ev mezintirîn desthilat in ku ji aliyê serokatiyê ve bi me hatine dayîn.”

Herweha Mnuchin got: “Ez hêvîdar im ku em neçar nemînin bo bikaranîna van sizayan, lêbelê eger pêwîst bike em dê aboriya Tirkiyê têkbibin.

 

 

Nerîna min :