Cîhan

Divê Tirkiye êrîşa xwe bisekinîne

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku wan piştevaniyeke mezin dane Kurdan û got ku divê Tirkiye êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku rêveberiya Donald Trump ne tenê li Sûriyê, li Iraq û cihên din ên cîhanê jî piştevaniyeke mezin da Kurdan.

Mike Pompeo ji medya welatê xwe re ragtihand ku îdareya Donald Trump li gel Kurdan kar kir, ne tenê li Sûriyê, li Iraq û cihên din ên cîhanê jî.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê aşkere kir ku wan piştevaniyeke mezin daye Kurdan û derfet ava kirine ku Kurd ji destê DAIŞ û terorîzma îslamî êş nekişînin.

Mike Pompeo amaje bi wê jî kir ku ew hewl didin Tirkiyê razî bikin ku êriş guncaw nîne û dibêje, “Serok Trump bi awayekî zelal bi rêya Wezareta Derve ji Tirkiyê re gotiye, Tirkiye û Serok Erdogan bacake rasterast didin eger li ser vê rêyê berdewam bin.

 

Back to top button