Nivîsar

Aloziyên serxwebûna heft perçeyên Kurdistanê

Bawerê Omerî

Ji mêj ve hejmarek pir hindik ji xebatkarên miletê Kurd doza serxwebûna Kurdistanê dikin, hejmareke din doza mafê Kurd yê çarenûsî dikin, hejmareke din jî doza mafên Kurd yên çandî û civakî û rêzanî dikin, mexabin, hejmara herî pir ji vî miletî doza ti tiştî nakin, tenê dixwazin zikên xwe têr bikin û sibehê nîvro û êvaran di malên xwe de li kêleka hevjîn û zarokên xwe bin, û ji xwe re dibêjin:” madem Xwedê li pişta me ye, tirs li ser me û malbatên me tuneye”.
Ji bo van daxwazan bi sed hezaran ji vî miletî bûne qurban, bi hezaran gund hatine şewitandin, bi dehê bajaran wêran bûne, bi milyonan Kurd bûne penaber û li sirgunê dijîn.
Berxwedana xebatkaran hîn jî bê westan ji bo vê dozê çalak e.
Tevî ku nerînên rêzanên Kurd ji bo vê serxwebûnê hemû ne wek hev in jî, lê belê di dawiyê de karê tevgera wan dikeve berjewendiya miletê Kurd de, ya ku di nav de jî doza serxwebûna Kurdistanê heye.
Di vê babetê de pêdiviyê her kesekî Kurd ji xwe bipirse û bêje:”Gelo çima em ta vê sedsala bîst û yekê bê dewlet in, û çima em nikarin bighêjin wê serxwebûnê?”.
Di vê babetê de ez dixwazim li ser şaştiyên bijarte û rêzanvanên Kurd û Kurdên dilnazik û diltenik, yên ku vê dozê ligor dilên xwe ne ligor hişên xwe dikin, rawestim.
Em tev dizanin, ku Kurdistan di destpêka sedsala
panzdehan (1514) de di nav şahinşahiya Osmanî û Sefewiyan de bibû du perçe, herweha di destpêka sedsala bîstan de bi pilanên dewletên mîna Birîtaniya û Firensayê û hevalbendên wan di nav pênc perçeyan de hatiye perçekirin.
Di sala 1996 a de Kurdistana başûr bû sê perçe (perçeyê dewleta Hewlêrê, perçeyê dewleta Silêmaniyê û perçeyê di bin destê rejîma Iraqê de).

Ji sedî not û heyşt dewletên, ku piştî sedsala bîstan hatine damezirandin, ne bi şoreş û berxwedan û serhildan û şerên çekdarî hatine damezirandin, lê belê bi lihevhatinên hevbîr û berjewendiyên sermayedarên bi hêz li cîhanê bûne dewlet.
Gelek ji van miletên, ku navên wan li dewletan kirine, berî damezirandinê hayê wan jî jê nebû bê daxwaz ji dewletê çi bû? Hima rojekê xwe dîtin, ku zana û endezyar û rêzanvanên Birîtaniya û Firensayê bûne bavên wan û sînorek ji wan re danîn, her dewletek serûkek ji wan re danîn û sîstemên cûr bi cûr ango şahinşahî, komarî, mîrnişînî û federalî ji wan re afirandin û danîn, bêyî, ku dilopeke xwîn jî di ber wê dewletê de birjînin, bûn xwedî dewlet.
Di destpêka damezirandina hemû dewletan de, xwediyên wan xaka ji zana, rewşenbîr, bijarte, bawermend, bêbawer, serserî, qaçaxçî, mêrkuj, diz, çete, nandoz, cirdevan, keysbaz, qewad, qahpik, kurtêlxwer, sêwî, belengaz, parsek, dewlemend, hoz, êl û malbat pêşî hevdû dikujtin û hev talan dikirin.
Paşê bi alîkariya endezyarên avakirina dewletan li cîhanê ango, sermayedarên bi hêz, ew mirovên ne lihev bi hev re dicivandin, û hêdî hêdî ne bi kêfa wî miletî rêkeftinek di nav wan de çêdikirin, û dawî dibûn xwedî dewlet, ev dewlet ta niha jî bi sîstem û yasayên xwe hin ji wan bi hêz in, û hin jî bê hêz in, hinek ji wan dîmoqrat in û hin jî diktator û zordar in.
Xala herî giring, ya ku ez dixwazim di rêvebirî û desthilatdariya van dewletan de bidin xuyanîkirin, ew e, ku hemû desthilatdarên van dewletan, ne ji wan mileta ne, ango, yên van dewletan bi rêve dibin, hejmareke pir hindik in, ji çend grûp û malbata ne, ew tenê berjewendiyên dewletên sermayedar diparêzin, li himber, ku ev kesana tenê serûkatiya van rejîman bikin.

Berûvajî daxwazên miletê Kurd, yê ku dixwaze xwe bi xwe desthilatdariya welat û dewleta xwe bike, û ew bi xwe sermiyanê xwe be, û di rêya kesên, ku navûdengên wan di nav civatê de pir paqij bin, bedlên wan pir buha bin û timî ûtîkirî bin, pêlavên wan timî boyaxkirî bin, û ji malbatên naskirî bin, wê serxwebûna xwe bi dest bixin û dewleta Kurdistanê damezirînin.

Miletê Kurd jî wek hemû miletên li cîhanê, xwedî hoz û êl û malbat in, hejmara wan ne kêmî şêst milyona ye, welatê wan pir mezin û dewlemend e, lê roja îro yek dewlet jî li ser navên wan tuneye, ji ber ku ew bi xwe dixwazin bibin sermiyanê xwe, ev jî di yasaya sermayedarên cîhanê de xêza sor e û qedexe ye.

Di vir de ez dixwazim, bibêjim, ku miletê kurd pirtir ji şêst milyon pakrewanî jî bide, ev dewletên sermayedara cîhanê di dest wan deye, vê desthilatdariyê nadin destê miletê kurd.
Ew amadene hemû dewlet û milet û leşker û çeteyên li cîhanê li dijî doza Kurda rawestînin, dema miletê kurd doza serxwebûnê bike, bo vê sedemê wê ne tenê ziman û çanda kurdî qedexe bikin, û zagonên erebkirin, tirkkirin û fariskirinê li dijî wî cîbicî bînin , lê belê wê bi bombeyên kîmawî û atomî jî êrîşî şervan û xebatkarên Kurd bikin.

Ji lewra bela rêzanvan, bijarte, belengaz û dewlemendên Kurda vê rastiyê jî bizanibin, ku bi şerê çekdarî û siloganan tenê dewlet nayên avakirin, serxwebûna bê pilan û xwendinên rast, ku ew dixwazin qelenê wê talan û ziyan û xwîna sor e.

Pir mexabin, ku gelek caran Kurd ji vê serxwebûnê re ne amadebûn, lê di bin bandore pilanên dijminê Kurd de hinek rêzanvaniya Kurd serxwebûna Kurdistanê radigihandin, tevî ku serxwebûn, mafê çarenûsî, ragihandina yek ya bîst dewletên kurdî li ser xaka Kurdistanê ji mafê miletê Kurd yê rewa ye.

Gerek e, bijarte û rêzanvan û xebatkar û rewşenbîrên Kurd vê rastiyê baş nas bikin, ku hat û sermayedarên li cîhanê biryar sitandin bo avakirina dewleta Kurdistanê, wê desthilatdarî di destê wan û hevalbendên wan de be, ticarî naxin destê miletê kurd de.
Vêca di dema nêzîk de çi ji bo vê dozê gerek e?
Di nerîna min de dema Kurdek ji vê dozê re kar bike, divaye hewil bide, ku di her pênc dewletên dagirker de, yên ku Kurdistan di nav wan de perçekirine, pêşî:
zimanê kurdî bike yê fermî.
Abûriya xwe bi hêz bike.
Bexçeyên zaroka û dibistan û zanîngehên kurdî veke.
Hol û mal û navendên hunerî, rewşenbîrî, zanistî rêzanî yên kurdî veke.
Serûkatiya komele û dezgehan bike.
Êzgeh û wêneguhêzên kurdî pir bike.
Rojname û pirtûkan bi kurdî biweşîne.
Bike, ku şano û sînema bi zimanê kurdî bêne pêşkêşkirin.
Têkiliyên xwe yên giştî û taybetî bi hemû dewletên cîhanê re bi hêz bike.
Heval û dostên xwe pir bike.
Guh li xak û jîngehê bike.
Jêrxaniyan bi hêz bike.
Ew bi xwe bibe keye yê gundê xwe.
Di bajar û bajarokên xwe de bibe şaredar.
Di herêmên xwe de bibe parêzyar.
Di paytextên van dewletan de bibe serûk û endamê parleman, bibe şalyar ya jî serûkê şalyaran.
Posta balyoz û şahbenderan bixe destê xwe de.
Bibe rêveberê polîs û pirspêkeran.
Di nav supahan de jî bibe efser û supahsalar, şalyarê bergiriyê û sercengoş, serleşker û piştîvan.
Maf û hebûn û netew û mirovatiya xwe li hemû cihî biparêze.

Heger Kurd karibin xwe bighênin van armanc û paye û post û şûnan, wê çaxê dibe miletekî bi hêz, wê çaxê jî dibe sermayedarên li cîhanê bibêjin:” hêjaye em alîkariya vî miletê jîr bikin, xwedî welatekî dewlemend e û berjewendiyên me jî pêve girêdayî ne, ka em ê sîstem û yasayan ji dewleta wan re (Kurdistan) deynin û bi kêfa xwe desthilatdariyekê ji wan re damezirînin û bela bibin serbixwe”.

[email protected]
03.01.2019 z – 2631 k

Back to top button