Civak

Svikatî bi peyama Tanrikulu kirin

Parlementerê Kurd yê CHPê Sezgim Tanrikulu bi minasebeta hatina sala nû di hesabê xwe yê Twitterê de peyamek bi zimanê kurdî belav kir. Twitter a Tanrikulu bi vî awayî bû: Hêvîdarim kû sala 2019ê ê bibe sala dad, azadî, aşitî û biratîyê. Sersala hemu gelê me û hemû gelên cihanê pîroz be!
Ev peyama Tanrikulu bû babetek yê bernameyek televizyonî. Kanala Ulusal di bernameyekî de behsa vê Twîtterê kir û da xûyakirin ku, “ eve derdê vî jî eve“ lê bi awayekî ku sivikatiyê li vê peyamê bike di derbarê peyama Tanrikulu de hate axavtin.
Li ser vê yekê Tanrikulu da xûyakirin ku, hemwelatiyên vê cumhuriyetê bi zimanê xwe yê dayikê peyama sersalê dinivîsinin, lê ew svikatiya bi vê tê kirin di bingehê xwe de dibe sedemê veqetandina civatê.
Tê zanin ku kanala televizyona ulusal, kanalek Kemalist  nijadpereste.

Back to top button