Almanya dixwaze bazirganiya li gel Kurdistanê zêde bike
Almanya dixwaze li rêya kesên şareza û pîspor kurs û xulên fêrkirinê bi kesên xwedî kar û karkerên li Herêma Kurdistanê bike. Eve jî piştî îmzakirina peymaneke bazirganî ya li navbera Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Kurdistan û Almanyayê pêktê.
Nesrîn Xelîl Berpirsê Nîvîsîngeha Pîşesazî û Bazirganiya Almanî ragihand: “Almanya dixwaze peywendiyên xwe yên bazirganiyên li gel Kurdistanê bibe qonaxekî nû û hejmara kompanyayan jî zêde bike”.
Her wiha got: “Nivîsîngeha Peywendiya Almanî ya ji bo Pîşesazî û Bazirganiyê, piştevaniya karsaz û saziya dike û em bûne pirekê ji bo dirustbûna wan peywendiyên li navbera Almanya û Hikumeta Kurdistanê. Komek kompanya û beşek ji Wezaretên Almanya hevkarin. Em dixwazin li rêya sîstemekî nû ku li zêdetirê welatên Rojhilata Navîn bi cîh bikîn, hevkariya kesên karsaz û karkeran bikîn, bi taybetî li warê pîşesaziyê da. Raste hejmara kompanyayên Almanya li Kurdistanê kêmin, lê belê em hewl didîn li paşarojê de bikarîn hejmara kompanyayan zêde bikîn”.