Alîkariya ji bo Rojava diçe kû?

Rewşa gelê me li Rojava, bi taybetî di rewsa pêwîstiyên bîngehîn de (xwarin, cil, sutemenî…)  di rojeva Kurdan li her car perçeyên Kurdistanê, herweha li gel diyaspora Kurd li derve bi girîngî li ser tê rawestan. Insiyatifên curbecur tên lidarxistin ku destê alîkariya Kurdan, bigihije gelê me yê mezlûm û şepirze  li Rojavayê Kurdistanê. Lê, agahdariyên ku yekrast ji aliyên sînorê Bakur / Rojavayê Kurdistanê digihijin, mixabin diyar dikin ku ev alîkarî nagihije  gel!

Bazirganên ticarî û siyasî vê alîkariyê bi awayakî vedişêrin an jî difroşin. Ev şermezariyek bêbext e ku divê ji alî raya giştî ya Kurd ve û bi taybetî ji organîzatorên van alîkariyan ve  baş bête şopandin. Alîkariya ku li Kurdistanê û derve ji bo Rojava digihije hevûdu, divê bigihije destê gelê me. Zarok birçî ne! Bav / dê nikarin zarokên xwe têr bikin, cilan li zarokên xwe bikin! Kal-pîr di rewşek xerab de ne. Wijdanê bazirganan di vê şepirzayiyê de jî li dizî û ji vê rewşe istifade- ji bo komkirina pereyan e!

Ji Nisêbînê kesên ku yekrast ji rewşe agahdar in,  dan diyarkirin ku 360 ton alîkarî ji sînor derbasî Qamişlo bûye. Tê zanîn ku di sînor de 5-6 polîs û eskerên Dewleta Suriye man e û ew jî qet eleqeya xwe ji alîkariya derbas dibe nayînin. Tenê wekî sembolekê ku sînor hîn di destê rejîmê de ye li wir in û dest nadin an jî nadeynin ser alîkariya ku diçe Rojavayê Kurdistanê. Herweha li ser sînor wekî sembol alîkariya digihije li çendîn malbatan tê belavkirin û bi sedên tonên din paşî dice nav xaka Rojava. Li gor agahdariyan hin bazirgan bi şeweyên cuda van alîkariyan dixin bin kontrola xwe de, li depoyan kom dikin. Beşek zêde jî paşî derdixin bazarê û difroşin! Xelkê Rojavayê Kurdistanê – ji Serê Kaniyê, ji Derikê, ji Qamişlo, ji Amûdê, ji Tirbespiyê û h w d… radigihînin ku alîkariya têt nagihije wan!

Ev rastiya texl vê diyardeyê derdixê pêş ku organîzatorên alîkariyên ji bo Rojava divê bi awayek gelek baş insiyatifa belavkirina alîkariyan bigrin dest an jî çavnêriyek hûr li ser rewşê  bikin. Raya giştî ya Kurd jî vê rewşê baş binirxîne ku alîkariya diçe Rojava bigihije armanca xwe ku –  ew jî xelkê me li Kurdistana Suriyeyê ye. Herweha agahdariyên hatî diyardikin ku berê alîkariya ku ji Başûr jî diçû Rojava di destpêkê de baş nedigihişt gelê me li deverê, lê paşî ku ji Başûr organizasyon hate kontrolkirin, niha alîkariya ji Başûr dice digihije armanca xwe.

Stockholm, 3 Adar 2013

Cemal Batun

(Avesta Kurd)

Nerîna min :