CîhanCivak

Alîkariya Amerîka ji bo Kurdistanê berdewam e

Qubad Talebanî Cîgirê Srokwezîrê Herêma Kurdistanê xuya kir Amerîka rêzeka taybetî ji bo Herêma Kurdistanê heye û alîkariyên Washingtonê bo Herêmê berdewam dibe.Di konferanseka taybet ji bo dezgehên mêdiya, Qubad Talebanî, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet bal kişandine ser encamên serdana Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê û helwesta Washingtonê li hember dawîn pêşhatên Herêma Kurdistanê.Cîgirê Serokwezîr ragihand bi awayekê giştî çar babetên serekî digel rayedarên Amerîka beshkirine, wek şerê dijî terorîstên DAIŞê, qeyrana darayî, pirsa koçberan û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê.Talebanî her wiha got berpirsên Emerîka bi rêz û pêzanîn berê xwe didene Hêzên Pêşmerge ku şerê mezintirîn rêxistina terorîstî di cîhane de dike û sozdan li ser alîkariyên serbazî ji bo Pêşmerge berdewam bin. Talebanî got Washington helwesta siysetmedarên kurd giring dinirxîne, bi taybetî piştî vê yekê ku kurd nebûne parek ji pirsgirêkên siyasiyên vê dawiyê li Bexdayê.Di Konferansa ku Sefîn Dizeyî peyvdarê Hikûmeta Herêmê amade bibû, Kerîm Sincarî xuya kir Şandeya Herêma Kurdistanê li Emerîka daxwaza alîkariyên darayî û berdewam bûna alîkariyên serbazî ji bo Hêzên Pêşmerge kiriye.Talebanî û Sincarî ev yeke jî gotin ku rayedarên Emerîka piştîvaniy xwe ji bo Herêma Kurdistanê xuyakirin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya alîkariyên Emerîka dike.Şendeya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebaî, hevtiya borî serdana Emerîka kiribû ku tevî berpirsên vî wealtî û rewenda kurdî li Emerîka civiyabû.

Back to top button