CivakPolîtîk

Bila Barzanî ji bo sekinandina şer tevbigerê

Heserokê bajarvaniya MêrdînêAhmet Turk, di daxûyaniyek çapemeniyê de behsa şerê li Kurdistana Bakur kir û daxwaz ji serokê Kurdistanê Mesud Barzanî kir ku, ji bo sekinandina vî şerî bikeve di nava çalakiyê kî de.Wek din Turk got ku, di nava xelkê Kurdistanê de baweriyek heye ku Barzanî dikare rolek baş ji bo sekinandina şer bileyze. Herweha Turk dibêje: Çarenûsa Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye û gerek roj bi roj gotûbêj û diyalog di navbera Kurdan de bo çareserkirina arîşeyan bête kirin.Tê zanîn ku PKKê gelek xwest ku, li devera Mêrdînê jî şerê kolana bike. Lê Turk nexwest ev yek li Mêrdînê çêbibe û li gora hinek agahdariyan xelkê herêmê jî di derbarê nekirina şer de bala Turk kişandine. Turk gotinên baş û li guhê xelkê xweş werê dibêje. Rastî jî serokê Kurdistanê ji vî şerê heyî ne rihete û tu cara jî naxwaze kurdên Bakur bikevin di vê rewşa nexweş û aloz de.Lê Turk ji berî vê daxwaziyê ji serokê Kurdistanê bike divê bikaribe rexneya li siyaseta xelet ya vî şerî de jî bike. Divê behsa gotar û helwesta hinek parlementer û siyasetvanên di nava PKKê de ya li dijê Barzanî jî bike. Yanî divê Turk bikaribe bêje me xeletiyek kir êşa vê helwesta me xelk dikişîne. Piştre daxwaziya vê yekê ji Barzanî bike.Gelo Turk dikarê ji aliyê xwe ve çi garantiyê bide ku dê ew û siyaseta wî wê wek Barzanî bikin.Dema Turk behsa rewşa 4 beşên Kurdistanê dike , gelo behsa siyaseta ku dijitiya Barzanî û astengiya di rêya serxwebûna Kurdistanê nake.Turk belkî li dijê vî şeriye. Lê di vê derbarê de nikare li dijê siyaseta PKKê dengê xwe bilind bike û bibe xwedî helwest. Ji bo vê yekê jî mirov vê bangê û bangên bi vî awayî ji aliyê HDPê ve tên kirin dirust nabîne.

Back to top button