Civak

Geşepêdana Hewlêr a paytext berdewam e

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, di merasimekê de pilana stratejîk ya geşepêdana wîlayeta Hewlêrê bo sala2016-2018an hat ragehandin.Di merasimê de ku li ser Kelha dêrîna Hewlêrê bi rêve çû, hijmareke wezîr û parlamenterên Kurdistanê, konsul û nûnerên welatên biyanî yên û  rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî yên li herêma Kurdistan û Îraqê, hijmareke berpirsên partiyan û hikûmetê û hijmareke hevwelatiyên pêkhateyên cudayên bajarê Hewlêrê amade bûn.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, di vê merasimê de, peyvek pêşkeş kir û kêfxweşiya xwe li hember ragehandina pilana stratejîjk a geşepêdana wîlayeta Hewlêrê bo sala 2016-2018an diyar kir û hêvî xwest ku ew pilan li gor dem û nexşeya jê re hatiye destnîşan kirin cîbicî bibe û bajarê Hewlêrê bixe di qonaxeke din ya geşbûn û pêşkeftinê de ku hêjayî nav, kultur û dîroka dêrîna bajêr be.Serokwezîr got ku, berî niha hikûmeta herêma Kurdistanê pilaneke giştgîr ji bo pêşxistina timama herêma Kurdistanê amade kiribû ku di wê pilanê de visyona  hikûmetê ji bona çewaniya geşkirin û pêşûvebirina herêma Kurdistanê heta sala 2020 ber çav kirbû ku, bi hevkarî û beşdariya pispor û şarezayên navdewletî hatibû amadekirin.Tevî rewşa nexwestek; weke şerê dijî terorê û kirîza êkonomî û bandora wan ya xerap û nêgetîv li ser birêveçûn û bicîkirina wê pilanê, lê ven hemûyan hikûmeta herêma Kurdistanê û aliylên navdewletiyên hevkariya hikûmetê dikin li ser cidîbûn û berdewamîdan bi encamdan û bicîkirina pilana geşepêdana herêma Kurdistanbê sar nekkiriye. Di warê karkirina ji bona geşkirin û pêşxistina Kurdistan û mirovî di vî welatî de  xwestek, evînî û îradeya xelkê Kurdistanê ji bona avakirin û pêşkeftinê,  ji hemû  rewşên dijwar û giran bihêztir e. Serowkezîr hêvî kir ku pilana bi vî awayî ji bo hemû bajar û deverên din yên Kurdistanê bê encam dan.Barzanî di peyva xwe de got ku, Kela Hewlêrê yek ji dêrîntirîn û kevintirîn bajarên cîhanê ye.  Zêdetir ji şeş hezar salan, bê navbir, jiyan tê de berdewam e û bi dehan qonaxên dîrokî birîne, şaristaniyên cuda, ol û mezhebên cuda himbêz kirine û bi dehan serhatî û bûyerên dîrokî bi rê kirine. Ev hemû berhemê kulturekê pirreng û zemgîn yê pêkvajiyan û lêbihurîna ol û neteweyan bûye ku, qonaxên baweriyên destpêkî yên cuda, berî olên asimanî û hemû olên asimanî jî dîtine û digel hemûyan jiyaye,  kultura pirrengî a olî û neteweyî li serdema gelek salan berîya niha li vê kelê xirvebûne û bûye xwediya kultirekî zengîn yê pirrengê pêkvejiyana ol, mezheb û neteweyên cuda.Pêkvejiyana li Kela Hewlêr bi tenê di nav rixûbê kelê de nemaye, lê ji sedema bandor û xurtiya statuya kelê ku cîyê elîta şaristanî, xwenevan, rewşenbîr,  mamosteyên olî, nivîskar, hunermend û kategoriyên pêşkeftiyên civakê bûye, bandor li ser tevaya bajêr û bilavbûna wê kulturê hebûye. Her ew kultur jî yek ji nihêniyên man û berdewamiya jiyanê li Kela Hewlêrê bûye û her wê yekê jî wisa kiriye ku, Kela bibe sembola bajarê Hewlêrê û li ser asta cîhanê pê bê naskirin.Serokwezîr got ku, dema naverasta sala 2014ê komîteya kulturî ya cîhanî a ser bi rêxistina UNESCO a Neteweyên Yekgirtî ve, weke yek ji şakarên mirovî yên cîhanî, Kela Hewlêrê xiste lîsta bajarên dîrokî û şûnwarên keleporî yên cîhanî, kela ji bo Hewlêr û ji bo herêma Kurdistanê bi tyabetî, û ji bo Rojhilata Navîn bi giştî, bûye xwedî statuyek mezintir. Hewlêr aqarekî baş û minasib ji bo geşkirin û pêşxistinê tê de ye û ew pêşketinên piştî jinavçûna rijêma Basê li herêma Kurdistanê bi giştî û li Hewlêrê bi taybetî, hemû sektor û aliyên jiyanê girtine, Hewlêr bûye senterek diyar li ser asta deverê û cîhanê, Hewlêr hêjayî wê yekê ye ku di hemû waran de giringiyeke zêde pê bê dan.

Xewin û heza hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona geşepêdan û pêşxistina hemû sektor û warên jiyanê li herêma Kurdistanê, xewin û hezeke mezin e û tevî ku hin caran û li hin qonaxên diyarkirî de, ji ber rewşa nexwestek û hokarên derveyî îradeya hikûmetê, kêmasî û pirsgirêk tên pêşjî , lê hemû xelkê Kurdistanê bila dil rehet be ku, avadankirin, binyatdanan, pêşxistin, geşkirina welêt, jiyan û mirov li herêma Kurdistanê berdewam dibin û ragehandina pilana stratejîk a geşepêdana wîlayeta Hewlêrê jî belge û nîşana vê ratiyê ye.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, di dawiya peyva xwe ya bi minasibeta îlankirina pilana stratejîk a geşepêdana wîlayeta Hewlêrê bo sala 2016-12018an, silav ji cane pîrozê şehîdan û pêşmergeyê Kurdistanê ku, bi cane xwe yê baqij û xûna xwe ya geş Kurdistan parast û diparêzin, hinartin.Bi minasibeta cejna sersala xûşk û birayên êzidî (çwarşemiya sor), serokwezîr pîrozbahî li yek bi yek kurdên êzidî kir û silav ji cane hemû şehîd û qurbaniyên êzidî re hinartin. Barzanî tekîd kir ku ew dê li ser xebatên xwe yên ji bona azadkirina hemû xûşk û birayên êzidiyên di destê terorîstan de mane berdewam bin û ji bona li ser asta navdewletî jî dosyeya wan weke jênosîda bê naskirin, hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi her awayî lêbixebite û hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe dê ji bona avadankirina deverên azadkirî bixebite. 

Back to top button