CîhanRojev

Alîgirên Sedir xweşandan kirin û ketin nava parlementoyê

Roja 27ê Tîrmeha 2022an de, hejmarek ji alîgirên tevgera Sedir li Bexdayê li dijî namzedkirina Mihemed Şîa Sûdanî, di çarçoveya hemahengiya ji bo postê serokwezîriyê, sînorên betonî yên navçeya Kesk derbas kirin û derbasî nava avahiya parlamentoya Iraqê bûn.

Wek tê zanîn tevgera Sedir hemû parlementerên xwe vekişandibûn.Lê li gora qanûna Iraqê cihê wan parlementeran ji aliyê partiyên din ve hatibû tejî kirin. Piştî vekişandina parlementerên Sedir aliyên şîe di nava xwe de Hemahengiyek pêkanîn û Mihemed Şîa Sûdanî ji bo serokwezîriyê kirin berbijêr. Aligirên Sedir ev yek protesto kirin û li bexdayê dest xwepêşandanê kirin û heta nava parlementoyê çûn.

Sedir da xûyakirin ku, herin nava parlementoyê û di rekaat mêj bikin û vegerin.

Back to top button