Di twîtekê de Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê daxûyakirin ku; “Artêşa Amerîkayê alîkariya serbazî dide Pêşmerge.”
Konsuxaneya Amerikî li hewlêr dibêje: “Em dixwazin dilniya bibin ku hêzên Pêşmergeyê qehreman, ji bo şerê dijî DAIŞê, xwedî çek û kelûpelên serbazî yên pêwîst e.”
Washington tekezî li alîkariyên serbazî yên artêşa Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kiriye, ku “ji çend barên kelûpelên serbazî, otomobîl û pêwîstiyên din ên serbazî pêk tên”.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê eşkere kiriye, gihandina van alîkariyên serbazî, nîşaneya pabendbûna Washingtonê bi asayîşa Herêma Kurdistanê ye, ji bo vê mebestê jî ji nêz ve ligel Wezareta Pêşmerge kar dikin.