Polîtîk

Ala Talabani li Bexdayê li gel Heşda Şeibî plana çêdike

Şandekê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Ala Talebanî roja pênşemê 19-10-2017  serdana bajarê Necefa Iraqê kir û li gel Berpirsê grûba Esaîbî Ehlê Heq ê Heşda Şeibî Qeys Xezelî hevdîtinek pêk anî.Li gorî daxuyaniya nivîsîngeha Qeyse Xezelî, di civînê de behsa peşendanên vê dawî yên Iraqê û bi taybetî jî bûyera Kerkûkê hatiye kirin.Qeys Xezelî di hevdîtinê de daxwaza hemahengiyê ji hêzên ewlekariya Iraqê kiriye û ji hemwelatiyên Kerkûkê û navçeyên nakok jî xwestiye vegerin ser malên xwe. Herwiha daxwaz kiriye, ku Kerkûk tenê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Iraqê ve were parastin.Berpirsê grûba Esaîbî Ehlê Heq ê Heşda Şeibî Qeys Xezelî, ku weke kesayetekî ki dijî gelê kurd û Mesûd Barzanî tê naskirin, ji hikûmeta Bexdayê xwestiye havkarî û piştgiriyê bide wan kurdên ku di serkeftina hêzên Iraqî ya Kerkûkê de rol lîstine.Xezelî gotiye: “Em li dijî siyaseta kurdkirina wan herêman in. Berî jî em li dijî siyaseta erebkirinê ya rejîma berê bûn. Divê hêzên ewlekariya Iraqî li wan herêmabn serdest bin.”Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Qeys Xezelî gotiye, ew helwesta serkirdeyên kurd Bavil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî ya li Kerkûkê erênî dibînin.Berpirsê grûba Esaîbî Ehlê Heq ê Heşda Şeibî Qeys Xezelî herwiha ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî xwestiye piştgiriyê bide parêzgeha Silêmaniyê û herwiha meaşên wan pêşmergeyan jî bide ku li hember hêzên ewlekariya Iraqê çek bikar neanîne. Rûdaw

Back to top button